Siddik Bozarslan

Siddik Bozarslan

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Heta Kurdistan çênebe, qîmet û ewleyîya kurdan çênabe!

A+A-

Siddik Bozarslan

Amerika, Ewrupa û Îsrail piştgirîya kurdan dikin ku ev gelek giring e!

Li Surîyeya îroyîn Amerika, Îsraîl, Rusya, Turkîye, Îran û dewletên ereban; jibo menfeetên dewletên xwe, xwedîyê strateji û taktikan in û di pratikê da ew ji mêjve bûne du blok. Bloka Rusya, Îran, Turkîye û Çîn li alîyek; di enîya dî da jî Amerika, Îsraîl, Yekîtîya Ewrupa û Inglistan cîyên xwe girtine. Divê em ji bîr nekin ku esas hedefa stratejik bo Amerika, rekabeta li dijî bazirganîya Çînê ye. Jibo wê ye ku Amerîka hewildana xwe ya pêşîn di Şerê Korfezê û dagirkirina Îraqê da avêt. Di encama mudaxeleya Îraqê da hukmê Saddamê xwînxwar hilweşîya û wek de fackto Sistema Federalî çêbû û Başurê Kurdistanê nîvazad bû; lê wek piraze / pratik li meydanê ye, li navenda Baxdayê ev sistem jî nameşe û gelek herêmên kurd jî li dervayê sînorê federalîyê mane. Loma wek alternatif di bin pêşevatîya Serek Mesûd Barzanî da referandum çêbû û piranîya dengên herêmê (%93) jibo serxwebûnê erê gotin. Lê wê demê Amerika, YE û Ingilistan, jibo avakirina Dewleta Kurdistanê ya serbixwe amade nebûn û piştgirî nedan referandumê.. Lê li seranserê cîhanê tenê Îsraîl wek dewletek serxwebûna Kurdistanê parastin û gotin ku mafê kurdan e ku dewleta xwe ava bikin. 

Lê di encamên hewildanên Şerê Îsraîl da ku di 07.10.2023yan da despêkir û nuha ev dibe 15 meh. Ewil li Gazzayê li dijî Hamasê, paşê li Lubnanê li dijî Hizbullah, li Surîyê li dijî Îranê û li Yemenê li djî Husîyan; helqeya şerê Îsraîlê her ku çû fireh bû û esas encameka mezin jibo Îsraîlê, têkçûna rejima Esad û rejima melayên Îranî bûn ku di wê blokê da Rusya jî para xwe ya têkçûnê sitand. Nuha dor hatîye ser Heştî Şabî ya Îranê ku li Îraqê ye. Çendek berê rêberê melayên Îranî Hamaneyî ji Serekwezîrê Îraqê Sudanî ra gotibû ku pêwist e Heştî Şebî li Îraqê were xurtkirin û axayê Sudanî jî wê pêşnîyazê ango fermanê ecibandibû û erê kiribû.  

Divê em kurd ji bîr nekin ku bi mehan berê Netanyahu gotibû ku, li seranserê Rojhilatanavîn, ji bil / dervayê kurdan, hêzên ku li dijî Îsraîlê rawestin, ew hedefên wan yên şer in. Îsraîl ji despêkê heta nuha şerê ku didomîne jibo peydakirina ewleyîya jîyana dewleta xwe ye, neteweyê xwe ye. Lê jibo peydakirin û serketina hedefa Îsraîl û Amerika jî, divê Kurdistana serbixwe were avakirin. Guman tune ku Îsraîl dê Amerika jî îkna bike da ku Dewleta Kurdistana Serbixwe were damezrandin. Ji ber ku Amerika jî heta li Kurdistanê nebe xwedîyê hêzeke mezin, ew dê nikaribe di rekabeta bi Çînê ra bi serkeve. 

Wek di şerê Rusyayê li dijî Ukraynayê da hat dîtin, welatên Ewrupa û bi taybetî Almanya zêde nikaribûn piştgirî bidin Ukrayna û li dijî Rusyayê rawestin. Ji ber ku Almanya û hin welatên Ewrupa girêdayê gaza Putin in û loma vatinêyên ku diket ser milên wan, ew nikaribûn di bin wî barî da rabin. Jibo Yekîtîya Ewrupa (YE) jî peydakirina petrol û gaza Kurdistanê ku di rîya ewleyîyê da bi dest bixin û xwe ji girêdana Rusyayê rizgar bikin; avakirina Kurdistana Serbixwe pêwistîyeke heyatî ye. Wekî dî, Ewrupa di nuqteya sereke da berpirsîyar in ku 100 sal berê Kurdistanê di nav çar dewletên herêmê da wek Turkîye, Îran, Îraq û Surîyê da perçe kirin û parve kirin. Loma mafê kurdan jî heye ku ji Ewrupayê dawa deynê xw bike ku divê ew deynê me bidin.   

Nuqteyeka giring jî ew e ku Îsrail, Amerika, Îngilistan û Rusya jî di nav da YE hemî xismên kurdan in. Tenê em li Dara Zimanê Hindu-Ewrupî binêrin bes e. Em hemî ji gulî û şaxên heman darê ne ku zimanên me jê hatine afirandin. Yên xerîb, yanî bîyanî tirk û ereb in. Lê divê em eceman jî ji bîr nekin ku ew jî xismên kurdan yên herî nêzîk in, lê mixabin wan li me û li belucîyan xîyanetê kirine û ew wê xeta xwe ya şaş hê jî didomînin.   

Li vir, pêwist e ku em li risma piştî hilbijartina Amerikayê ku Trump duyemîn car bû serekê Amerikayê binêrin. Serekê Amerikayê, jibo rêvebirina karên xwe, zilamê xwe yê ewil  hilbijart ku ew Howard Lutnick e, milyarderekî cihû ye. Yanî derdora 4000 mirovên ku di gruba Trump da kar bikin, dê bi destûra wî zilamî be ku şergirê Îsraîlê ye. Nûnerê Trump jibo Sefîrê Neteweyên Yekbûyî jî Elise Stefanik bû ku ew endama Kongreya Amerika ye û piştgireka xurt e jibo  Îsraîlê. Şêwirmendê Parastina Neteweyî jî Mike Waltz hat tayinkirin ku ew navdarek e jibo dijayetîya bloka Rusya, Çin û Îranê. 

Li gora jimarên 2019an Amerika her çiqas li hin herêman baregahên xwe yên eskerîyê girtibin jî, nuha dora 800 deran balafirgehên wan hene. Jimara xebatkarên aktif li van baregehan derdora 160-180 hezar e, 60-70 hezarê wan li Rojhilata Navîn  e û çûyînên / mesrûfên wan 200 milyar dolari zêdetir e. Heta nûha 900 eskerên Amerikayê li Surîyê hebûn lê di 19.12.2024an da Amerikayê wê jimareyê kirîye 2000 û gotîye ku eskerên wê nûha ji Surîyê dernakevin, ji ber ku hê jî xeterîyên hêzên Daîşê hene. Çend roj berê jî konvoyeke eskerî ku ji 60 kamyonan pêkhatibû, ji Başurê Kurdistanê derbasî Rojava bûn. Di binê vê risma jorîn da mirov dikare wek numûne, li tespîta Serekwezîrê Îsraîlê, li Netanyahu binêre. Piştî ku Trump bi serket, Netanyahu weha got:”Serketina herî mezin ya dîroka Amerikayê ye!” Bi ya min Netanyahu neheq jî nîne. Ji ber ku qadirên ku Axayê Trump hilbijartîye, li ortê ne û ev jî pişta Netenyahu gelek xurt dike. Nuçeyeke herî teze jî ew e ku Netenyahû çû Amerika da ku digel Trump biaxife û Netenyahu got ku li Rojhilatanavîn divê xerîteyek nû were çêkirin û ew dê digel Amerikayê wê çêkin. 

Amerikîyan di 1823an da li dijî Koçberên Avrupîyan  derdiketin û bi rîya Doktrina Monroe nedixwestin ku Avrupî werin Kitaya Amerikayê. Lê wek pratika dewletan nîşanê me didin; di emelê hemî dewletan da Prensîbên Makyavekizmê wek bingeh hatine qebûlkirin û ev jî parastina rêvebirên dewletan dixe pêşîya hemî prensibên dî. Di vê çarçovê da mirov dikare  pirseka giring ji Amerikayê bipirse:

”Hêzên Îranê yên li Hilala Kêrhatî, çawa dikarin werin Iraqê, Surîyê û Lubnanê û li wan deran hewildanên xwe çêkin? Pisporên Eskerîyê yên Waşingtonê dibêjin ku ”… eger  Wezareta Parastinê ya Pentagonê bixwestaya neqebên navbera Îran û Derya Sipî bibirîyana; bi hindikayî di 2021ê da bi rîya Herêma Kurdistana Îraqê dikaribûn rîya derbasbûna wan ya sînorê Îraqê û Surîyê û li Bakurê Surîyê jî bi rîya hêzên xwe yên wê derê, pêşîya hêzên Îranê bigirtana. Heman tiştî, bi rîya cîhazên xwe yên elektronik yên li sînorên Urdun û Surîyê ne ku baregeha Eskerîyê (Tanf) li wir e, ew dikaribûn bibana asteng li pêşîya hêzên Îranî.” 

Robert Ford ku Sefirê berê yê Amerikayê li Şamê bû, di adara 2024an da politika Amerika jibo Rojhilata Navîn van tespîtan dike: ”Piştgirîya Trump jibo Îsrailê tam e û nayê gengeşekirin. Loma jibo dostanîya herêma erebî û İsrailê û bi taybetî jî welatên Korfezê, di çarçoveya ”Peymanên Îbrahim” da wan nêzîkî hev bike, tifaqdarên nû peyda bike û wan têkilîyan xurttir bike.  Dê giranî bide ser şola Filistinê ku zêdetir di çarçoveya abûrî da pêşketin çêbe.” Loma di wê çarçoveyê da çend roj berê Trump gotibû ku pêwist e Misir û Urdun û dewletên ereb yên cîran cî bidin filistinîyên li Gazzayê ne. Bi tabîreka dî van gotinan tên wê manayê ku herêma Gazzayê dê were valakirin. Netenyahu jî piştî hevdîtina xwe û Trump bi rîya çapemenîyê got; ”Divê dewleta Filistinê li ser erdê Erebistana Saudîyê were avakirin.” Di van gotinên Netenyahu da nuqteyeka dî jî derdikeve holê ku Netenyahu berîya bigihîje Amerikayê, li ser rê gotibû ku dê nexşeya / xerîteya Rojhilatanavîn ji nû ve were çêkirin. Wer xuya dibe ku perçeyeka wê xerîteya nû hêdî hêdî derdikeve meydanê; pêwist e em piçek bisekinin û binêrin, ew dê çawa çareser bibe.  

Senatorê Eyaleta Louisianayê ya Amerîkayê yê Komariyan John Kennedy, di Kongreya Amerîkayê da axifîye û rexneyên giran li Turkiyê xistîye û weha gotîye: "Eger ne ji kurdan bûya dê hîn DAIŞê hebûna xwe berdewam bikira. Wan DAIŞ têk birin. Di şerê li dijî DAIŞê da nêzîkî 20 Amerîkiyan canê xwe ji dest dane, lê dostên me yên kurd, zêdetirî 10 hezar kesên xwe ji dest dan û zêdetirî 30 hezar kurd jî birîndar bûne… Berêz Erdogan, ji kurdan hez nake, ez dê vê yekê şîrove nekim. Lê belê li ser sînorê Turkiye û Sûriyê komên çekdar û tankên Erdogan hene û îstixbarata me dibêje ku Erdogan hewl dide Sûriyê dagir bike.. Peyama min ev e; dev ji kurdan berde, dev ji welatiyên Sûriyê berde. Turkiye endamê NATOyê ye û hevalê me ye, lê ew wekî vê tevnagere.”

Jibo aramkirina atmosferê di neqeba Rojava û Turkîyê da, DSG pêşnîyaz kir ku li herêma Kobanîyê divê heremeke bêçek were avakirin û ew kesên ku PKKyî ne û di nav refên DSG da ne, ew jî divê rexên me biterkînin. Lê Turkîye, wê pêşnîyazê qebûl nekir û şert danî ku DSG divê çekan dayne û xwe tasfîye bike (hilweşîne / aşbetalîyê îlan bike). Lê, kesayetên bibandor wek Senatoya Amerîkayê Lindsey Graham (Komarî ye) û Chris Van Hollen (Demokrat e) jî di daxuyaniyeke hevbeş da bangî Turkiyê kirin:"Divê li Kobaniyê herêmeke bêçek bê avakirin, ger Turkiye vê daxwazê qebûl neke, dê bi cezayên giran ra rû bi rû bimîne." Van du senatoran projeyasayek jî pêşnîyaz kirine. Di alîyê dî da jî, Şêwirmendê Parastina Netewî yê Amerika,

Senator Jake Sullivan, di derbarê Suriye û kurdan da bangî Washingtonê kirîye ku divê piştgirîya kurdan bike.  

Di çarçova YE da jî Fransa, Almanya, Îtalya û Înglistanê ragihandine ku ew dê piştgirîya kurdan bikin da ku li Surîyê rejimeke demokratik were avakirin. Wek numûne, Wezîrê Karênderve yê Fransayê Jean Noel Barrot û Wezîra Karênderve ya Almanyayê Annalena Baerbock, digel hev Şamê zîyaret kirin û daxwazên welatên xwe pêşnîyaz kirin. Jibo wê zîyaretê Senatorê Fransayê Rêmi Fêraud ji Rûdawê ra gotîye ku divê hêza Amerikayê li Surîyê bimîne û piştgirîya kurdan bike. Ew dibêje ku zîyareta herdu wezîran bo parastina mafên pêkhateyên weke kurd, xiristiyan, durzî û şîeyan girîng bûye. Her weha, Wezîrê Derve yê Holandayê Caspar Veldkamp, piştî hevdîtina 5ê Adarê ya digel Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed Şîbanî li Laheyê, peyamek li ser hesabê xwe yê medya civatî Xê belav kir û bal kişand ser rêzgirtina mafên xiristiyanan, kurdan û yên din li Surîyê, gelek girîng e.  

Di şert û mercên îroyîn da divê alîyên kurdî di nava xwe da bigihin xalek ku divê li Surîye

Sistema Federalîyê were avakirin. Lê enîya kurdî di çarçoveyeka lihevhatî jibo alîyê xwe û Şamê, di protokolek da binivîsîn ku YE û Amerika jî wek Hêzên Navberdewletî çavdêrîya wê lihevhatinê bikin. Alîyê kurdî divê qet ji bîr nekin ku li Rojhilatanavîn bawerî qet bi ereban, eceman û tirkan nabe ku em bi sozên wan bawerîyê bînin. Divê her tiştên me û wan jibo lihevhatinek – ku îro li Şamê dê rejimek çawa were çêkirin – jibo me û hemî dinyayê cîyê çavdêrî û pêşnîyaz û daxwazan e. Ew bi gotinan dikarin gelek sozan bidin, lê tu qîmeteka wan sozan tune ye. Dema mirov behsa Sistema Federalîyê dike, numûneya herî teze û li ber çavan, sistema Baxda û Hewlêrê ye ku bi salan e hê jî nehatîye rûniştin. Di nav wê sistemê da hêzên polês û esker jî divê li alîyê kurdan kurd bin û li alîyê ereban jî ereb bin; her weha ev nuqte jibo civata durzîyan û civatên dî jî divê wek hev bin ku di navberê da bîr û bawerî û wekhevîyek çêbe. 

Eger em dîroka xwe ya bi xwînî ya ku di 640an da bi dagirkerîya  ereban despêkirîye û heta nuha bi awayên cuda didome, bînin ber çavên xwe; em dikarin bêjin ku di navbera vî 1385 salî da hew qas kurd ji alîyên dagirkeran ve (ereb, osmanî, ecem û tirk) hatine kuştin ku bi hestîyên mirîyên kurdan mirov dikare qasî 22 dewletên ereban, ango qasî dewletên Îran û Turkîye û Îraq û Surîye dewletên kurdan damezrandana. Pir mixabin di cîhana îroyîn da tenê kurd nebûne xwedîyê dewleta xwe ya serbixwe û azad ku nufûsa wan qasî 50 milyon e.  

Di şertên îroyîn da divê li Surîyeya Nû jî sistemeka federalî çêbe. Ew dê bibe bingehê yekkirina Başurê Rojavayê Kurdistanê û Başurê Kurdistanê ku digel hev li ser bingehên kantonan Kurdistana serbixwe were avakirin. Ji nuha ve divê xebat li ser wê stratejîyê were çêkirin. Di vê çarçoveyê da dema sîyasetvanên me (bi taybetî jibo nuha yên başurî û başurêrojavayî) bikevin nav hewildanan; divê ew ne tenê di warê diplomasî, sîyasî û eskerîyê da bixebitin, her weha divê ew wek pîşekarîya berber û  necar û terzîyan jibo civata xw bixebitin ku ev hem giring e û hem jî pêwist e. Ev giringî û pêwistî hew qas heyatîye ku bê xebateke weha serketin ne mumkun e. Divê em qet ji bîrnekin ku heta kurd nebin xwedîyê dewleta xwe ya serbixwe; li herêmê tu qîmet û ewleyîya jîyana kurdan tune û her weha heta kurd nebin dewlet, li herêmê aştîyeke mayînde û adîlane jî çênabe. Lê avakirina dewleta serbixwe jî gavbigav dikare pêkwere ku îro bingehê wê gavê divê were avêtin. Lê li vir divê ez dixwazim wek haydarî ku ji du alîyên kurdan ve derçûne, ez dixwazim pêşberî we bikim:   ENKS: Dûrxistina tevgera siyasî ya kurdan, binpêkirina prensîba hevbeşiyê ye

Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyê (ENKS) Feysel Yûsif, daxuyaniyek belav kir û weha rexne li Şamê xist.: “Dûrxistina tevgera siyasî ya kurdan ji diyaloga niştimanî,  binpêkirina prensîba hevbeşiyê ye.” Di belavokê da van haydarîyan rêz kirîye: ”Komîteya Amadekar a Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyê beyî hebûna kurdan hat avakirin. Komîte, 11ê Sibata 2025an bi biryara Serekkomarê Sûriyê Ehmed Şera hat avakirin, ev komîte ji 7 kesan pêk tê lê di nav wan da kurdek jî nîne.”  (Rûdaw / 20/02/2025 /Netewe)

Önceki ve Sonraki Yazılar