Cano Amedî

Cano Amedî

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Heta miletê Kurd bindest be, gelê Tirk, Ereb, Faris jî dê nikaribin di nav xweşî û azadîyê de bijîn!

A+A-

Cano Amedî

Di pêvajoya dîrokê de, mixabin em di warê pêkvejiyanek hevrêzî, hevahengî, civakî û demokratîk de, tu helwest û nimûnek erînî ji alîyên desthilatdarên dewleta Tirk, Ereb û Farisan de nabînin.

Wan hebûn û jiyana xwe her li ser sîyaseta dagirkerî, qetilkirin û talakirinê domandine. Di xapandin û karên bêbextîyê de xwedî huner û pispor in. Çand û qerekterê wan dişibe hev. Di heman demê de karbidest û rêvebirên tirk, ereb û farisan desthilatdarîya xwe li ser şer û xwînê domandine.  Pirê caran çand, rastî û qarektera xwe ya talankirin û xenîmetê di bine kirasê olî de domandine. Ev çand, li ser bingeha qetlîam û jenosîdan hatîye avakirin û mêşandin.  Ev çad, pirî caran di bin navê ENFAL û FETİHê de jiyana netewan û mirovahîyê serûbin kirîye; rê li ber trajedî û travmayên civakî yên kûr vekirîye. Zalim û dîktatorên wan welatan, li gorî naveroka hinek ayetan jî, ji xwe re fetwayên tawankarî afirandine û civata xwe jî kirine şirîkê van kiryarên xwe!

Gava em li rûpelên dîrokê dinhêrin û dixwînin, em dibînin ku desthilatdarîya hersê alîyan jî li ser çanda wêrankirin û talankirinê geş bûye. Fikra "fetîhê" xala wa nya hevbeş e. Loma jî  felsef, ol û bawerîyên wan bi “fetîh"ê ve girêdayîye. Felsefe û naveroka fetîhê bi xwe li ser stûnên talan û dagirkerîye dimeşe. Hevoka GANÎMETê jî weke bertîlek efsûnî û pîroz, civatên nezan û paşdemayî cezb dike. Zalim û dîktatorên wan civatan, ji bo milet û xelkên din kedî bikin û li gorî desthilatdarîya xwe birêve  bibin, hedef û wargehên şer zîndî dihêlin; civata xwe bi bi tirsê dorpêç dikin û weke civatek şervan her gav amade û mobîlîze dikin.

Weke nimûne; di dema jenosîda HALEPÇEyê de hinek hemwelatîyên ji Filistînê û hinek welatên ereban, hem li ser navê fetwayên  dînî, hem jî bi şowenîzma erebî û  di binê navê ENFALê de, li Başûrê Kurdistanê  beşdarî qetlîam û komkujîyan bûn. Rêvebirên sîyasî û delegasyonên wan welatan di hemû qadên navnetewî de li gel Sedam Husênî cîh girtin. Piranîya dewletên mezin û çepgiran û heta dewletên ku xwe bi navê sosyalistîyê didin nasîn jî li hemberî vê barabarî û jenosîdê bêdeng man û çavên xwe ji vê tewana mirovî re girtin.

Di 5ê Nîsana 1991ê de, bi biryara Neteweyên Yekbûyî, ji bo ‘’herêma bakûrê parelela 36an” qedexeya firîna balafiran hate îlan kirin û di bin navê “çekîç guç-hêza çakûçî” de hêza parastinê hate tayîn kirin. Ev herdu biryar jî, di eslê xwe de, ji bo parastina gelê Başûrê Kurdistanê bûn û rê ji destkeftinên Dewleta Federe yên îro re vekir. Di wê demê de, li himberî ‘’hêza çakûçî’’, bi nave ‘’anti-emperyalîzmê’’ bertekên herî mezin alîyên îslamî û çepgirên  welatên dagirkerên Kurdistanê ne  nîşan dan û li dijî vê biryar û helwestê derketin. Ji dervî PKKê, hemû partî û rêxistinên kurdan kêfxweşîya xwe îfade kirin û piştgirî dan biryara Netewên Yekbûyî û ew biryar û hemleya navnetewî weke gaveke erênî nîrxandin. Lê mixabin piranîya beşên civata dewletên dagirkerên Kurdistanê li gel dewleta xwe cîh girtin. Herweha piranîya îslamî û çepgirên van welatan, bi zanîn an ji ber tengfikrandina îdeolojîyên xwe, gotina ‘’antî-emperyaLîzmê’’ weke mertaleke sîyasî bi kar anîn. Di encamê de, di cepheya ku li dijî mafên kurdan de cîh girtin. Qaşo, ew kiryar û hewldanên hanê, lîstîkên hêzên emperyalîst bûn, bi wî awayî jî parastinek êrîşkar ji bo veşartina karektera xwe yê şoven û nijadperestî bi kar anîn. Em baş dizanin, hinek ji van alîyên ku em behsa wan dikin, her dem piştgir û aqilmendên dewleta xwe ne; weke propagandîst û telalê taxê, dixwazin karekterê  dewleta xwe, hewldanên emperyal û dagirkerîyê veşêrin û ew  weke erkdarên pasavanîyê tevdigerin.

Di dagerkirina KERKUKê ya 16ê cotmeha 2017an de jî nîjadperestîya li dijî miletê Kurd carek din hate dubare kirin. Hêzên leşkerî yên Iraq û Lubnanê teva grûbên cîhadîst beşdarî vê dagirkirîyê bûn. Herweha, di dema êrîşên DAÎŞê û dagirkirina EFRÎN, Girê Sipî û Serê Kanîyê de jî cardin me dît ku di bin navê FETÎHê de gelek  grubên tûndrew û cîhadist di bin banê Fetîhê de li dora "xelîfê çavbirçî’’ de kom bûn, dest bi talan û kuştinê kirin. Ji darên Zeytûnan bigirin heta mirîşk û elokan jî talan kirin. Gava mirov li sosyolojîya wan dinihêre, mirov dibîne ku ji hemû welatên qaşo  misilman in  komê talanê li hemberî  gelê Kurdistanê şer dikin. Me rojekê ne bihîst û nedît ku cemeata ulemayên wan welatan li dijî van kiryar û sîyasetên hovane bertek nîşan dabin.  Berevajîjîyê wê, diyanet û saziyên wan yên olî û civakî  fetwayên piştgirîyê dane wan. Dîrok şahidîya bi hezaran bûyer û kiryaran hovana dike. Heta nuha me nedîtîye, ne xwendîye, ne bihîstiye û em pê nehisîyane ku ji xeynî çend kes û grûbên biçûk, çepgir  oldarên tirk, faris û ereban li dijberî van êrîş, zilm û neheqîyan helwest  nîşan dabin.

 

Îro jî em dibînin ku piranîya wan qaşo li dijî neheqî û hewldanên emperyalizmê tevdigerin, lê naxwazin kiryar û pratîkên dewletên xwe, zilm û neheqîyên desthilatdarên xwe bibînin. Bi sed salan e ku sîyaseta jenosîd û talankirinê; qetlîam û nefîkirin li erdnîgarîya Kurdistanê kêm nabe, her ku diçe zêdetir dibe. Heta îro tu dijberîyek girseyî li hemberê neheqîyan nehatiye nîşan dan! Her tim; karekterê kerr, kor û lalbûnê pejirandine. Em dibînin û dizanin ku li gelek welatên cuda rewşenbîrên azad û xwedîbext, hêzên mûxalîf û dijber li hemberî kiryaren dewleta xwe, li gel mazlûman cîh digirin û ji bo sîstema desthilatdar têkbiçe tevdigerin. Lê mixabin piranîya çepgir, rastgir û oldarên van dewletên ku Kurdistan di nav xwe de dabeş kirine, yan li himberî van zilm û neheqîyan bêdeng dimînin, yan jî li gel zalimên xwe cîh digrin. Bêgûman, dost û hevalbendên milletê Kurd ne mixatabên van rexneyan in! Em her dem wan cihê dibînin û rêzê li wan digrin.  Gotinên me ji wan alîyên durû, li hemberî neheqîyê bêdng û mîsyoner re ne.

Ji ber ku ew di ware bîrûbawerî û dadwerîyê de ne azad in, bi aqilê desthilatdarên xwe tevdigerin Ji bo wê, em dibêjin piranîya hêzên îslamî û çepgirên tirk, ereb û farisan fêhm nekirine ku heta  miletê kurd azad nebe, gelê wan jî dê azad nebin; dê li ser erdnîgarîya vê navçeyê xweşî û aramî geş nebe!

Ew alîyên ji sîstema FETÎHÊ diçêrin, berjewendî û dahatûya xwe bi dagirkeriyê ve girê dane tu carî naxwazin ev sîstem têkbiçe. Ji ber wan sedeman in ku van beşên civatên  yên dewletên dagirker ku em behsa wan dikin, bi hev re dibêjin: “Xwedê zewalê nede dewleta me, ger dewleta me têkhere cîhekî em lê bistirin tuneye!” Ev psîkolojî û hişmendî bingeha sereke ya tirsa sîstema dagirkerî û talankerîyê ye. Ev hismendî, tirsa wendakirina bazar û qezencên ji neheqî û dagirkerîyê  tên bixwe yê.  Ew wêneya ku hemû xwe têde dibînin û îfade dikin, pergala FETÎHÊ bixwe yê! Ji ber wê yekê jî gava mijar dibe pirsa kurd û Kurdistan hemû yekser bi hev re hevkarî  û tifaqên hevbeş ya dijberîyê ava dikin.

Ev rastîyên hanê carek din, dide îspatkirin ku heta em weke milet tevnegerin, bi hişmendîya netewî gav navêjin; heta ku em xwe ji qeyd û zendên îdeolojîk, berjewendîyên hizbî û kesayetî azad nekin wê êşa me bi dome û birnînên me her tim bên xurandin. Ne îdeolojîyên tundrew, ne bîr û bawerîyên teng û ne jî çîrokên doyin ji me re nabe derman. Pêwîstîya me bi hişmendîyek netewî, bi sînerjîyek milî û kelecanîyek welatparêzî heye. Ji Dîaspora bigirin heta hemû beşên Kurdistanê, li ser bingeha hişmendîya welatparêzî dive pêlên têkoşînek hevbeş geş bike û kelacanîya hestên netewî geş bike. 

Dive em ji bîr nekin, heta ku qeyd û bendên dagirkerî û bindestîyê di sitûyê miletê Kurd û kurdistanîyan de bin, dê gelê tirk û ereb û faris jî nikribin azad bibin; dê ew jî nikaribin ji qeyd û bendên xwe azad binin û dê ew jî nikaribin xweşî, azadî, aramî û demokrasîyê bibînin.

04.10.2024 .    

Cano Amedî

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin