Heta niha çarenivîsa 3 hezar û 159 Kurdên Êzidî nediyar e
.
Berpirsê Nivîsîngeha Rizgarkirina Kurdên Êzidî yên Revandî ragihand ku hîn jî 300 hezar Kurdên Êzidî li koçberiyê dijîn û beşa herî zêde li parêzgeha Duhokê ne. Her wiha dibêje, nêzîkî 133 hezar Kurdên Êzidî li kampan û di bin çadiran de dijîn û 3 hezar û 159 Kurdên Êzidî heta niha nediyar e ku li ku ne.
Rêveberê Koç û Koçberan yê Dihokê jî dibêje, “Hîn 3 hezar û 159 Kurdên Êzidî yên ku hatine revandin, nehatine rizgarkirin û çarenivîsa wan ne diyar e.”
Berpirsê Nivîsîngeha Rizgarkirina Kurdên Êzidî roja Pêncşemê di derbarê hejmara wan Kurdên Êzidî yên ku hîn jî di destê DAIŞê de ne û çarenivîsa wan ne diyar e, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, “Ji tevahiya 6 hezar û 417 Kurdên Êzidî ku piştî dagirkirina navçeyên Şingal û derdorên wê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine revandin, wan 3 hezar û 555 kes rizgar kirine.”
Koçberên Kurdên Êzidî li 16 kampên Herêma Kurdistanê niştecih in ku li Zaxoyê di 4 kampan de 19748 kes, li Sêmêlê di 9 kampan de 86330 kes, li Akrê di kampekê de 7339 kes û li Amêdî di kampekê de 3178 kes dijîn.
Berpirsê Nivîsîngeha Rizgarkirina Kurdên Êzidî her wiha anî ziman, “3 hezar û 159 kes ji wan mane û hîn jî çarenivîsa wan ne diyar e. Lê dibe ku beşek ji wan hîn li Kampa Holê û beşek li navçeyên Sûriyê bin.”
Di sala 2014an de piştî ku Daişê Mûsil kontrol kir, çekdarên wê, êrîşî navçeyên kurdnişîn yên parêzgeha Neynewa û Şingalê û derdora wê kirin û bi sedan Kurdên Êzidî bi zindî binaxkirin, bi hezaran revandin û wêrankarî li wan navçeyan li pey xwe hiştin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin