Hevdîtina Erdogan û Macron bazirganî bû

Hevdîtina Erdogan û Macron bazirganî bû

Her çend Macronê ku pêșwaziya Ergoganî li Qesra Elysée kir, bahsa binpêkirina mafên mirovî ya piștî darbeya biserneketî kir jî medyayên fransî gotin ku li paș serdanê kontratên avê bi devê meriv dixin hene.

A+A-

Serekkomarê fransî Emmanuel Macron roja înê pêșwaziya hevkarê xwe yê tirk Recep Tayyip Erdogan kir. Ji bo Erdogan, ev yek derfeta bașkirina îtibara xwe ya navneteweyî ya li hember hêzên mezin têkçûyî bû. Emmanuel Macron jî dibêje ku « têkiliyên her du welatan kevn û bihêz in », ji bo wê « pirsên me yên hevbeș hene ».
Têkoșîna li dijî terorê yek ji pirsên serekî ye, ku bêtir hevkariyê di navbera Ankara û Parîsê de dixwaze. Ev têkoșîn divê di çarçoveya hiqûqê de bê meșandin ; Macron pirsa rojnamevanên piștî darbeya biserneketî li Tirkiyê di zindanê de ne jî anî zimên û got « em di warê azadiyên takekesî de wek hev nafikirin, min gelek rewșên taybetî di vî warî de anîn bîra serek Erdogan. Di warê têkiliyên bi bi Ewropayê re de jî pêșketin tuneye, em tenê dikarin bi hev re hevkariyê bikin». Lê dîsa jî, Erdogan di civîna çapemeniyê de bi rojnamevanekî re hêrs bû û got « Tu zimanê Feto xeber didi ! »
Di warê têkoșîna li dijî DAIȘ ê de jî, Emmanuel Macron diyar kir ku Tirkiye û Fransa « hevkariya xwe berdewam bihêztir dikin û di riya serketinê de ne». Pirsa Suriye û koçberan jî di navbera herdu șandeyan de hatiye rojevê. Ji bo vê jî Macron dixwaze « șandeyeke têkiliyê » pêk bîne ku têkiliyê bi hemî aktorên herêmî û endamên daîmî yên Konseya Ewleyiyê ya Neteweyên yekbûyî re dênin ku pirsê çareser bikin. « Berpirsiyariya Neteweyên Yekbûyî, hêzên herêmî, hêzên Ewropî, Amerîkî di vî warî de mezin e. Çi ji destê min bê ez ê bikim ku aștî li Sûriyê pêk bê. Divê em bi hemî dinyayê re, bi Beșar Esed û nûnerên wî re jî bipeyivin ku vê pirsê hal bikin. 
Europ1 radighêne ku di çarçoveya hevkariya leșkerî de kontrateke lêkolîneke sîstemeke misilan ji bo pêșerojê Eurosam bi grûbên turk û ewropî re hatiye imzekirin. Her wiha THY (Șîrketa Riyên Hewayî yên Tirkiyê) kontrata kirîna 10 Airbusan imze kir. Șîrketên tekstîl û alavên malê yên elektronîk yên Tirk, Fransa ji xwe re weke bazarekê dihesibînin.
Parêzvanên mafên mirovî li dijî serdana Erdoganî derketin, lê zêde dengê wan di çapemeniyê de belav nebû. Hate ragihandin ku piștî darbeya biserneketî ya tîrmeha 2016an 55.000 kes hatin girtin, ev kes hîn jî di zindanê de ne û li bendî dora xwe ne ku bêne mahkeme kirin. Ev seredan her wiha piștî bîranîna sê milîtanên jin ên kurd ji alî PKKê ve, ku di 2013an de hatin kuștin bi rojekê pêk hat û Macron PKK weke rêxistineke terorîst îlan kir.
Jean-Luc Mélenchon, serekê tevgera Fransaya serhildêr got « em li bihezaran kurdan, li hevrêyên xwe yên HDPyî û rojnamevanên di zindanê de difikirin », em piștrast dikin ku « Erdogan bixêr nehatiye Parîsê ». Ji aliyê din ve Partiya Komunist a Fransa, Erdogan weke « dictator » binav kir û di daxwiyaniyekê de got “ev provokasyonek û heqaretek e li hember malbatên qurbaniyên kurd ku duçarî șerekî bêperwa yê kujer bûne».

Yaqûb Karademir / Parîs

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin