
Hevdîtina PWK Rêxistina Ewropayê Bi PDPKS Rêxistina Ewropayê Re
.
Heyeteke Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) roja 15.02.2025ê, li Holandayê seredana Partîya Demokrat a Pêşverû ya Kurd Li Sûrîyê (PDPKS) kir.
Heyeta PWKyê, ji Serokê Meclisa Ewropayê ya PWKyê Merd Baran Boskan û endamên Rêxistina Hollandayê ya PWKyê Cemîl Erol û Şefîk Çakirgoz pêk hatibû.
Heyeta PDPKSyê ji endamên Komîteya Navendî ya PDPKSyê Xoşnav Mûsa û Laleş Ebdî, endamên Komîteya Hollandayê ya PDPKSyê Mihemed Nezîr Elo û Îsmaîl Bozan pêk hatibû.
Endamê Komîteya Navendî ya PDPKSyê Xoşnav Mûsa ji ber vê seredanê sipasîya PWKyê kir û kêfxweşa xwe anî zimên.
Serokê Meclisa PWK yê Ewropa Merd Baran Boskan ji ber vê pêşewazîyê spasîya heyeta PDPKSyê kir, kêfxweşîya xwe diyar kir.
Merd Baran Boskan bi kurtayî armanca serdana PWKyê weha anî zimên: ‘‘’Di vê dema hestîyar de ku piştî rûxandina desthilatdarîya rejîma BAASê û rewşa nû ya ku hatîye berderî de, me wek PWK biryar girt ku li ser vê rewşa nû serlêdanên alîyên siyasî yên Başûrêrojavayê Kurdistanê bikin, bîr û rayên xwe bi wan re parve bikin û her weha bîr rayên wan ji nêzîk ve guhdar bikin’’.
Merd Baran Boskan diyar kir ku ‘’ Her çend têkilîyên me li her deverî û di her astî de hene jî em dixwazin li ser rewşa nû dubare lênêrînên xwe bi alîyan re rûbirû parve bikin. Me bi van nêrînên xwe ve bi PYD, Rêveberîya Xweserîya Bakur û Rojhelatê Sûrîyê, PYDKS, ENKS û PDKSyê re hevdîtin pêkhanîn, bîr û rayên xwe bi hevre parve kirin. Me bi vê mebestê xwest bi PDPKS re jî van bîr û rayên xwe parve bikin. PWK bi kêfxweşî dibîne ku li herçar perçeyên Kurdistanê û di navbera perçeyên Kurdistanê de têkilîyên tevgera Kurdî berbihev ve germtir dibe. Herweha di vê dema hestiyar de danûstendinên alîyên siyasî li Başûrêrojavayê Kurdistanê me kêfxweştir dike. Em gelek pêwist dibînin ku li Başûrêrojavayê Kurdistanê yekdengî û yekrêzîya nav mala kurd pêk were, em bi hemî hestên xwe ve piştgêrî didin van nêzikbûnîyan. Herweha em pêwist dibînin ku heta çareserîyek zelal ji bona Başûrêrojavayê Kurdistanê çênebe kurd çek û îmkanên di destên xwe de bernedin’’.
Merd Baran Boskan balkişand ser bandora Rêzdar Serok Mesûd Barzanîş di vê prosesa têkilîyên navbera alîyên siyasî û girîngîya hevdîtina bi Mazlum Ebdî re ku bû egerê xweşkirina van têkilîyan.
Merd Baran Boskan weha got ‘’Em weke PWK piştgirin û bidestxistina mafên neteweyî , demokratîk û statuyekî siyasî erdnîgarî ya miletê kurd gelek girîng dibînin. Destketinên vî perçeyê Kurdistanê bandorek mezin li perçeyên din ên Kurdistanê dike û her weha her şikestinek wê jî malkambaxîyeke mezin li seranserê Kurdistanê dê bi xwe re bîne. Em hemahengîya navbera hemû partî û hêzên kurdî yên Başûrêrojavayê Kurdistanê gelek girîng dibînin. Îro erkekî gelek mezin li ser milên partî û rêxistinên sîyasî ye ku: bi bernameyeke neteweyî, bi yekrêzî wek alîyên kurdî bi heyetek hevbeş derkevin ber hemê alîyên desthilatdarên Şamê û alîyên têkildar.’’.
Endamê Komîteya Navendî ya PDPKS Xoşnav Mûsa ji ber hest û helwestên PWK dubare kêfxweşîya xwe anî zimên û sipasîyê partîya xwe pêşkêş kir. Rewşa dema desthilatdarîya BEAS ê û rewşa kurdan dibin wê desthilatdarîyê çawa bû anî zimên; wek, bê nifûsî û astengîyên wê, pêk anîna Kemera Erebî li Herêma Cezîrê û hwd. Li ser demajoya serhildanên dijî vê rejîmê û rûxandina wê rawestîya.
Xoşnav Mûsa got ‘’Di vê serketina HTŞ yê de rola Emerîka, Îsraîl , Ewropa û Tirkîyê hebû. Tirk li dijî her haweyên destketinên kurdan derdikevin. Ewropî, Emerîkî dixwazên mafekî kurdan hebe. Yekrêzîya kurdan girîng e. Me di 2015an de jî daxwaza Kongreya Kurdî kir lê neçû serî. Ger pêkbihata belkî Efrin neketana vê rewşê. Pêwiste kurd bi hevbeşî herin Şamê û divê li Dîasporayê kurd hevdeng bin’’.
Her du alîyan bi xwestekên têkilîyên germ û domdar ve kêfxweşîyên xwe anîn zimên.
Buroya Ragahandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin