Hevdîtina Şanda DEM Partî bi Bahçelî û Serokê Meclisa Tirkiyê re Pêkhat
.
Şandeya Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî), ku 28’ê bi Serokê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan re kom bûbû, li parlamana Tirkîyê dest bi danûstandinan kir.
Ew şand berê bi Serokê Parlamana Tirkîyê Numan Kurtulmuş re kom bû û dûre bi Serokê Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçelî re civî ku wî di rojên borî de bang li Ocalan kiribû ku dawî li PKK’ê bîne.
Di şanda DEM Partî de parlamanterên DEM Partî Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder û sîyasetvan Ahmet Turk cîh girtin.
Danûstandina şandeya DEM Partî û Kurtulmuş bi qasî 50 deqîqeyan dirêj kêşa.
Onder piştî danûstandinê ji rojnamevanan re got ku wan derbarê serdana Îmraliyê agahî dane Kurtulmuş.
Li ser pirsa rojnamevanekî, ku got "Tu hêvîdar î?", Onder got ku "Bêguman".
Onder dîyar kir ku ewê hefteya pêş li parlamanê serdana hemî partîyên parlamanê bikin û got ku ewê piştre daxuyanîyeke berfireh biweşînin.
Şandeya DEM Partî piştre çû meqama Bahçelî ya parlamana Tikîyê.
Civîna şandeya DEM Partî û Bahçelî bi qasî 45 deqîqeyan dirêj kêşa.
Ser danûstandina DEM Partî û Bahçelî ti daxuyanî nehat dayîn.
Bahçelî 22’yê Cotmehê bang li Ocalan kiribû ku li parlmanê dawî li PKK’ê bîne.
Wî dîyar kiribû ku ger Ocalan tiştekî wisa bike ew dikarin qanûnan ser mafê hêvîdarbûnê çêkin.
Piştî banga Bahçelî û piştî 43 mehan jinûve destûr hat dayîn ku bi Ocalan re hevdîtin çêbe.
Parlamanterê DEM Partî yê Ruha Omer Ocalan, ku birazîyê Abdullah Ocalan e, got ku ew bi 23’yê Cotmehê bi wî re kom bûye û dîyar kir ku tecrîta li ser wî didome.
Omer Ocalan dîyar kir ku Abdullah Ocalan gotiye ku hêza wî heye ku ew peyvajoyê ji pevçûn û şidetê bibe ser zemîna hiqûqî û sîyasî.
Onder û Buldan 28’ê Berfanbarê çûn Girtîgeha Îmraliyê.
Wan piştî hevdîtinê bi daxuyanîyekê ragihand ku Ocalan gotiye ku paradîgmayeke nû ye û ew jî dikare bi awayekî pozîtîf hin gavan biavêje.
Ocalan ji 1999’an vir ve di Girtîgeha Îmralîyê de ye.
Jêder: NTV,, Gazete Duvar
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin