Hevdîtinên PSK û PAKê li Enqereyê berdewam in
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Cîgirên Serokê Giştî yê PSKê Celal Yıldız û Hasan Tuzcu, Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê Mehmet Gül îro li Enqereyê, di derbarê doza girtina PAK, PSK û partîyên Kurdistanî de hevdîtinên xwe berdewam kirin.
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Cîgirên Serokê Giştî yê PSKê Celal Yıldız û Hasan Tuzcu, Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê Mehmet Gül roja 28.05.2019an li Enqereyê, di derbarê doza girtina PAK, PSK û partîyên Kurdistanî de hevdîtinên xwe berdewam kirin.
Heyeta PAK û PSKê îro ewil li Sefareta Cimhûrîyeta Federal a Elmanyayê li beşa sîyasî li Paul Amann û Mr.Michael Sonntag hevdîtinek pêk anîn.
Paşê Serokê Komeleya Haci Bektaşi Velî Ercan Geçmez li Navenda Giştî Komeleyê pêşewazîya heyeta PAK û PSKyê kir.
Heyeta PAK û PSKê hevdîtina xwe ya dawî ya roja 28.05.2019an li gel Serokê TMMOBê(Yekitîya Odeyên Mîmar û Mihendîsan) Emin Koramaz pêk anî.
Heyeta PAK û PSKê di hemû hevdîtinan de di derbarê doza daxistina(girtina) PAK û PSKê de agahdarî dan alîyên peywendîdar û piştgirîya wan xwestin.
Her wiha heyeta PAK û PSKê di van hevdîtinan de dosyayeke ku ji îdîanameya doza girtinê û ji daxuyanîya hevbeş ya PSK û PAKê pêk hatî, ku bi kurdî, tirkî, îngilîzî û almanî hatibû amadekirin teslîmî alîyan kirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin