Hevdîtinên şandên Tirkîyê û Rûsyayê yên derbarê Sûrîyê de berdewam dikin
Li paytexta Tirkîyê bajarê Enqerê hevdîtinên şandên Tirkîye Rûsyayê yên derbarê rewşa dawîn a li Idlibê de ku duh dest pê kiribû, îro jî berdewam dikin.
A+A-
Navenda Nûçeyan - Hevdîtinên şandên bi seroktîya Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkîyê Sedat Onal, Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê Vladimîr ê berpirsê Karûbarê Sûrîyeyê Alexander Lavrentiev û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Verşinîn yên ji bo gotûbêjkirina rewşa dawîn a li Idlibê duh birêve çû.
Tûra 3yemîn a hevdîtinên di navebra heyetên ji Tirkîye û Rûsyayê, li Wezareta Derve ya Tirkîyê hatin kirin.
Biryar e îro Pêncşemê 27ê Sibatê gotûbêj ji cihê mayî berdewam bike.
Şandên Tirkîye û Rûsyayê berî niha jî li ser mijara Idlibê, li Enqere û Moskowê du caran hevdîtin li dar xistibûn.
Rûdaw
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin