Hevpeyman: Operasyona Efrînê şerê DAIŞê sist kir!

Hevpeyman: Operasyona Efrînê şerê DAIŞê sist kir!

Berdevkê Hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê Ryan Dillon, eşkere kir, ku bi sedema operasyona artêşa Tirkiyê li Efrînê, şerê li dijî DAIŞê li Sûriyê sist bûye.

A+A-

Ryan Dillon ji Sputnikê re diyar kir, bi sedema operasyona Tirkiyê li Efrînê, giringiya şerê li dijî DAIŞê li cem şervanên HSDê kêm kiriye.

Herwiha Dillon got: "Ji ber ku hejmareke mezin ji şervanên HSD ji bereyên şerê li dijî DAIŞê li parêzgeha Dêra Zorê vekişyane û ber bi Efrînê ve çûne, vê yekê jî valahiyek çêkiriye ku Hevpeymaniya Navdewletî nikare li ber wê valahiyê bi awayê pêwîst şerê çekdarên DAIŞê bikin û di encamê de jî, vê yekê bi awayekî giştî bandoreke xirab li ser şerê li dijî DAIŞê çêkiriye".

Artêşa Tirkiyê bi hevkariya hin ketîbeyên opozisyona Sûryê, di 20 Çileya derbasbûyî de, li Efrînê dest bi operasyona (Şaxê Zeytûnê) kirin û piştî nêzîkî du mehan ji destpêkirina wê operasyonê, artêşa Tirkiyê di roja 18 Adarê de, bajarê Efrînê bi temamî kontrol kir.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin