Hevpeymanîya Navdewletî bi Kurdî daxuyanîyek belav kir
Hêzên Hevpeymanîya Navdewletî bi zimanê Kurdî daxuyanîyek belav kir û ragihand ku wan li gel Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ji nû ve dest bi operasyonên li dijî DAIŞê kirine
Navenda Nûçeyan- Hêzên Hevpeymanîya Navdewletî bi zimanê Kurdî daxuyanîyek belav kir û ragihand ku wan li gel Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ji nû ve dest bi operasyonên li dijî DAIŞê kirine û ragihandîye ku di encama yekem operasyonê de hejmareke çekdaêrn DAIŞê hatine kuştin û hejmarek jî hatine girtin.
Di daxuyanîya ku ji alîyê Beşa Operasyonên Taybet ya Hêzên Hevpeyman ve bi serenava, ‘Hevpeyman Operasyonên Xwe Ji Bo Têkbirina DAIŞê Dewam dike’ de hatîye belavkirin, hatîye gotin, “Di 22ê Mijdarê de, Hêzên Hevpeyman ji bo erka paqijkirina parêzgeha Dêre Zorê li Sûrîyê, operasyonên xwe yên berfireh li dijî DAIŞê ji nû ve dest pê kirin.”
Di berdewamîya daxuyanîyê de tê gotin ku di encama wê operasyonê de hejmareke çekdarên DAIŞê hatine kuştin û birîndarkirin û tê dîyarkirin, “Hevpeymanê hevkarî bi sedan komandoyên hêzên hevalbend re kir ku çend şane paqijkirin û zêdetirî 10 çekdarên DAIŞê girtin.”
Di daxuyanîya Hevpeymanîya Navdewletî tê dîyarkirin, rewşa vê dawîyê ya li Rojavayê Kurdistanê û ji nû ve bicihbûna serbazên hevpeymanê li rojhilatê Sûrîyê, bûne sedem ku operasyonên ji bo têkbirina DAIŞê demek kurt rawestin û bo operasyonên dawîn jî tê gotin, “Ev beşek ji qayîmkirina hevbeşîya şerê li dijî DAIŞê ye. Şaneyên terorîstî yên razayî hîn li bakurê Sûrîyê gef in û hêzên ewlekarîyê yên herêmî, li ser pêkanîna operasyonên li dijî terorê li devera di destê xwe de berdewam in.”
Herwiha tê gotin, “Fermandarê Hêza Operasyonên Taybet a Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûrîyê, Major General Eric Hill , hîn pabendî li peyketina DAIşê ye. Heta ku DAIŞê gefan nîşan bide, ji bo herêm û welatê xwe, divê em şîyar bin da ku rê li ber bigirin.”
Hevpeymana Navdewletî derbarê dawîn operasyona li dijî DAIŞê dîyar dike, “Operasyon piştî rojên ji bo plan û aamdekarîya li gel hev pêk hat û bersiv bû ji bo gefên DAIŞê yên zêdebûyî êrişkirinê. Piştî paqijkirina şaneyên gumanbar, hejmareke girîng a çekên sivik, teqemenîyên li malê çêkirî, cebilxane û amûrên elektironîkî yên şexsî, ji herêmê hatine rakirin.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin