Hevpeymaniya Navdewletî digel Wezareta Pêşmerge civiya

Hevpeymaniya Navdewletî digel Wezareta Pêşmerge civiya

Wezareta Pêşmerge û Hevpeymaniya Navdewletî bi serperiştiya Wezîrê Pêşmerge bi wekalet û Nûnerê Hevpeymanan tevgera DAIŞê li Iraqê û hevahengiya Pêşmerge û artêşa Iraqê gotûbêj dikin.

A+A-

Li gor malpera fermî ya Wezareta Pêşmerge, îro bi serperiştiya Wezîrê Pêşmerge bi wekalet Kerîm Sincarî û bi amadebûna Birîkarê Wezaretê Serbest Lezgîn û Emîndarê Giştî Cebar Yawer û Serokerkan Ferîq Cemal Mihemed û nûnerên hevpeymanan civîn îro li Hewlêrê birêve çû.

Amaje bi wê kiriye, di civînê de raportên beşan hat xwendin û ronahî hate xistin ser bûyerên rojên bûrî yên li navçeyên cuda yên Iraqê bûne. Li gor raporatan, tevgera teroristên DAIŞê destpê kiriye û di encamê de nearamî û pirsgirêk ji xelkê û proseya dubare avedankirina navçeyan derketine.

Herwiha di civînê de, pirsa hevahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê ji bo sînordarkirina tevgera DAIŞê bi pêwîstî hatiye zanîn, bi taybet di vê qonaxa niha de.

Her di wê civînê de jî, behsa vegera koçberan bo navçeyên xwe hat kirin û amadebûyan mîkanîza guncaw ji bo çareserkirina wan pirsan kir û hêvî xwastin ku heyameke libar ji bo vegera koçberan peyda bibe.  

(K24)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin