Hevserokê MSDyê: Diyaloga Kurdî – Kurdî dosyeyeke gelekî girîng e

Hevserokê MSDyê: Diyaloga Kurdî – Kurdî dosyeyeke gelekî girîng e

.

A+A-

Hevserokê Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) Dr. Mehmûd El-Mislit ragihand ku Diyaloga Kurdî – Kurdî dosyeyeke gelek girîng û got:

“Bi rastî ev dosyeyeke mezin e, doza Kurdî bi giştî girêdayî wijdanê me hemûyan e. Berdewam jî ez dibînim ku diyaloga Kurdî – Kurdî berjewendiyeke stratejî ya Sûriyeyê ye û dikeve xizmeta berjewendiya Sûriyeyê bi giştî.”

Mehmûd El-Mislit diyar kirk u destê wan ji bo diyalogê vekirî ne û got:

“Herêma Kurdistana Îraqê gelekî girîng e. Em hêvî dikin diyalog hebe, em ji diyalogê de vekirî ne û em hewl diyalog di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêma Kurdistanê de hebe.”

Hevserokê MSDyê eşkere kir ku di navbera wan û Şamê de, di hin tiştan de, hevahengiyeke leşkerî heye lê heta niha ti danûstandinên siyasî nînin.

Derbarê egera vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyeyê jî Mehmûd El-Mislit got:

“Em naxwazin vekişîna Amerîkiyan di vê qonaxê de bibe, ji ber ku ew garantiya rasteqîne ne ji bo seqamgîriyê û rêgirîkirinê li ber êrişên Tirkiyeyê.

Lê eger ev vekişîn pêk bê, stratejyaya me îj û planên me hene.”

Hevserokê MSDyê di hevpeyvînekê de derbarê van mijar û çend mijarên din de ji Sureya Hesarî re axivî.

Rûdaw: Ez dê bi taybetî ji vê pirsê dest pê bikim. Di geşta we ya dawî ya ji Ewropayê de hûn bi kê re civiyan? Encamên wan civînan çi bûn?

Mehmûd El-Mislit: Ew geşteke gelekî baş bû. Bi rêya vê geştê me hewl da em kaxezên xwe yên siyasî, li ser asta navneteweyî, xurt bikin. Em bi wezaretên derve, parlamenterên Ewropayê û yên Yekîtiya Ewropayê re û civiyan. Ji bo danîna dosyeya Sûriyeyê bi giştî û dosyeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî, li ser maseya Ewropiyan em bi wna re civiyan.

Geşteke serkeftî bû û ew jî rijdbûn li ser wê yekê ku ew deskeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine  bidestxistin, gelekî girîng in, êdî di gelek dosyeyan de, me alîkarî û piştgiriyê xwest.

Encama wan civînan?

Mehmûd El-Mislit: Encam, bi giştî, erênî bûn. Hin dosye hebûn, wekî dosyeya penaberan, berdewam dihate pêşkêşkirin, dosyeyên jêrxaneyê û bombebaranên Tirkiyeyê li sazî û avahiyên me yên xizmetgizariyê û jêrxaneyê, nûavakirin, diyaloga Sûrî – Sûrî ku em kar li ser dikin û wan berdewam han dida diyaloga Sûrî – Sûrî. Bi awayekî giştî, li ser asta Ewropayê, gelekî baş bû.

 Doktor, hûn li paytexta Herêma kurdistanê ne. Gelo ev hebûna we bi mebesta hûn derbas bibin an jî ji bo hûn hin hevdîtinan pêk bînin?

Mehmûd El-Mislit: Yekem, li Herêma Kurdistanê ez xwe nabînim, ji bilî ku ez di nav kesûkarên xwe de me, em vê derê welatê xwe dibînin. Bi rastî ji bo em vegerin welatê xwe lê min bêhnvedanek heta çend rojan wergirtiye û min hin berpirsên eşîran dîtin, ji dostên me. Ez endamê eşîreke mezin im, ew jî (Eşîra El-Cibûr) e, li Îraqa xoşewîst li cem me. Na, li ser asta fermî û siyasî ti hevdîtinên me nebûn.

 Di paşerojê de, gelo wê hevdîtinên we bi berpirsên Herêma Kurdistanê hebin?

Mehmûd El-Mislit: Bi saya Xwedê. Destê me ji bo diyalogê vekirî ne. Herêma Kurdistana Îraqê gelekî girîng e. Em hanê didine diyaloga Kurdî – Kurdî û ev dosye ji me re gelekî girîng e. Em hêvî dikin, ev yek di paşerojê de bibe.

Herêma Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêwendiyeke cografî her wiha neteweyî, wan bi hev ve girêdide, lê pêwendiya siyasî ne baş e yan jî ne di asta xwestî de ye, eger em bibêjin. Gelo hewl hene ji bo asayîkirina van pêwendiyan? 

Mehmûd El-Mislit: Bi rastî ev dosyeyeke mezin e, doza Kurdî bi giştî girêdayî wijdanê me hemûyan e. Berdewam jî ez dibînim ku diyaloga Kurdî – Kurdî berjewendiyeke stratejî ya Sûriyeyê ye û dikeve xizmeta berjewendiya Sûriyeyê bi giştî. Em hêvî dikin diyalog hebe, em bi ser diyalogê de vekirî ne û em han didin diyalogê di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêma Kurdistanê de. Em hêvî dikin, di rojên bê de, hevdîtin û diyalog hebin, ji bo nehiştina astengiyan di navbera her du aliyan de.

Dema tu bûyî Hevserokê MSDyê, peyama te daxwaza xweşkirina pêwendiyan bû, bi dewletên navçeyê bi taybetî, bi taybetî jî te behsa dewletên Kendavê û Tirkiyêyê kir. Doktor. Gelo ti hewldaneke ya duristkirina pêwendiyan bi Tirkiyeyê re pêk hat?

Mehmûd El-Mislit: Me hewl da, lê mixabin..

Baweriya min bi diyalogê tê, baweriya min bi çanda tolstandinê nayê û berdewam destê me ji bo aştiyê vekirîne, di nav de jî ji bo Tirkiyeyê. Lê mixabin li beramber vê yekê, Tirkiyê jêrxaneya me û saziyên me yên xizmetguzariyê bopmbebaran kirin, gelek projeyên xizmetguzariyê li navçeya me hilweşandin. Heta niha em dixwazin bi Tirkiyeyê re di pêwendiyê de bin û em li gel diyalogê ne bi dewletên cîran re bi giştî. Ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê pêk tê, dema ku ewlehiya neteweyî ya Sûriyeyê li navçeya me pêk bê. Mixabin, berdewam em rastî êrîşan dihatin, li ser jêrxaneyê û gelek şehîd jî bi sedema bombebarana Tirkiyê hene ku berdewam ew êrîş li ser navçeyên me dibûn lê her em hewl didin destê xwe vekin. Derbarê dewletên Ereb jî, gelek hewldan hene û hêj em berdewam in. Em beşek in ji vê navçeyê û hevnêzîkbûn ligel birayên me yên Ereb li her deverê, ji bo me girîng e. Me name ji welatên Ereb û Komkara Erebî re şandine lê berdewam hêvî hene ku pêwendiyên me li gel birayên me yên Ereb hebin.  

Em behsa hewldanên avakirina pêwendiyan ligel dewletên Kendavê bikin. Doktor. Gelo we hewl da û encam çi bû?

Mehmûd El-Mislit: Belê, me hewl da û emê hewl jî bidin. Ji gelek dewletên Ereb, asayîkirina pêwendiya ligel rejîma Sûriyê, ligel hikûmeta Şamê heye. Lê em jî beşek in ji dewleta Sûriyê, em, ango Bakurê Rojhilatê Sûriyê, beşekî girîng in. Eger asayîkirin hebe, em ne li dijî asayîkirinê ne, ligel hikûmeta Sûriyeyê lê pêwîst e asayîkirin wiha jî ligel Bakurê Rojhilatê Sûriyê hebe û dan bi Rêveberiya Xweser bê dan, ew rêveberiya ku di salên bûrî de, kar û berhemên wê yên mezin hebûn.

Lewra Rêveberiya Xweser û Encûmena Sûriyeya Demokratîk û Hêzên Sûriyeya Demokratîk bûnyetiya dewleta Sûriyeyê parast, û saziyên me parastin, hêj malên me hene, hêj taxên me hene, ev jî bi saya şehîdan e ku vê navçeyê pêşkêş kirine, vê navçeyê bêhtir ji 13 hezar şehîd dane. Erê me hewl da û em dê her hewl bidin, û pêwendî di navbera me û hin dewletên Ereb de hene û  berdewam in.   

Doktor, te behsa asayîkirinê kir, bi taybetî di navbera Tirkiye û Sûriyê de. Aniha ti tirsa we ji vê asayîkirinê heye?

Mehmûd El-Mislit: Asayîkirin tê wateya ku pêwendî vegerin weke berî 2011yan, di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Tirkiyeyê de. Lê pêwendiya Sûrî – Tirkî di gelek nakokiyên jeosiyasî yên dîrokî re derbas bû, bi taybetî di deheya dawî de [….]

Rûdaw: Belê..

Mehmûd El-Mislit: Çi sedema vê asayîkirinê ye û di vê demê bi xwe de. Eger sedema dijayetiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike, dijayetiya navçeya me û hêzên me be, êdî em ê berevaniyê di ber xaka xwe de bikin, em dê berevaniyê di ber gelê xwe de bikin.

Em dê berevaniyê di ber saziyên xwe de bikin ku ji sala 2011yan ve heta niha hatine pêkanîn. Em ji vê asayîkrinê natirsin û em ji bo hemû sûprîzan û ji bo hemû rewşên nû, amade ne. Dostên me, hevpeymanên me jî li deverê hene. Lê eger ev asayîkirin li ser hesabê navçeya Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê be, êdî ez wê bi xiyanetê bi gelê me re û bi navçeya me re, dibînim.

Eger li ser hisabê Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Rêveberiya Xweser û navçeya me be, êdî ev xiyanet e. Eger asayîkirin ji bo dîtina diyalogeke Sûrî – Sûrî be, yan ji bo dîtina çareyekê be, bi giştî, êdî em bi diyaloga Sûrî – Sûrî re ne. 

Hûn pêşbîniya vê yekê dikin?

Mehmûd El-Mislit: Dibe tiştekî wiha hebe, û em hêvî ji dostên xwe dikin, çi Iraqa xoşewîst be, çi Herêma Kurdistanê be, yan dewletên dost bin, eger diyalogeke Sûrî – Sûrî hebe, ji bo bidawîanîna krzîa Sûriyeyê, êdî em amade ne, û em pêşwaziyê li diyaloga Sûrî – Sûrî dikin.  

Rûdaw: Baş e dotor.  Hûn rola hikûmeta Îraqê derbarê asayîkirina pêwensiyan di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de, çawa dinirxînin?

Mehmûd El-Mislit: Ez hêvî ji hikûmeta Îraqê dikim, eger çi asayîkirin di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Tirkiyeyê de hebe, ew asayîkirin ne li ser hisabê navçeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê be. Pêwendiyên me yên baş ligel hikûmeta Îraqê hene. Em hemû rêzgirtin û pêzanînê ji wan re digirin. Îraq jî dewleteke xwişk e û ew berdewamiya me. Êdî eger çi proje hebe ji bo dîtina çareyekê ji bo krîza Sûriyeyê, pêwîst e em beşek bin ji vê projeyê, li ser asta niştimanî. Lê ez vedigerim û dûbare dikim, ez hêvî dikim ew asayîkirin yan jihevnêzîkbûna Tirkî – Sûrî, ne li ser hisabê navçeya Bakur û Rojhilatê sûriyê be. 

Doktor, gelo hêj danûstandin di navbera we û Şamê de hene?

Mehmûd El-Mislit: Di navbera me û Şamê de, di hin tiştan de, hevahengiyeke leşkerî heye lê heta niha ti danûstandinên siyasî nînin. Ji bo diyalogê ligel Şamê em amade ne. Eger pêwîst be, em amade ne. Em destê xwe dirêjî hemû aliyan dikin, di nav de jî Şam, ji bo dîtina çareseriyan. Em dixwazin û ez daxwazê jî ji hikûmeta Sûriyeyê dikim û daxwazê ji hikûmeta Îraqê jî dikim, ku dagîrkerê Tirk ji nav zeviyên me derkeve, zeviyên dagîrkirî ji aliyê Tirkiyeyê ve, hene.

Hinek astengî di diyaloga navbera rejîma Sûriye û Tirkiyeyê de hene, êdî hin tişt û astengî hene lê eger çi diyalog di paşerojê de hebe, em daxwaza vegerandina zeviyên dagîrkirî ji aliyê Tirkiyeyê ve, dikin, herwiha gelê me yên Efrîn, Serê Kasniyê û hin navçeyên din bêne vegerandin. Bi taveyî jî em wê guherîna demografîk ku hin caran li hin navçeyên bakurê Sûriyê tê kirin, red dikin.

Belê. Dawiya vê salê wê hilbijartinên Amerîkî bêne encamdan. Gelo hûn ji wê yekê bitirs in ku rêveberiya nû ya Amerîkayê biryarê bide ji bo vekişîna wan ji Sûriyeyê?

Mehmûd El-Mislit: Em ligel Wîlayetên Yekbûyî di pêwendiyê de ne. Ew hevpeymanên me ne û bi rastî ew mezintirîn hevpeyman in. Em naxwazin vekişîna Amerîkiyan di vê qonaxê de bibe, ji ber ku ew garantiya rasteqîne ne ji bo seqamgîriyê û rêgirîkirinê li ber êrîşên Tirkiyê û ji bilî Tirkiyê ne, li ser  navçeyên me. Lê eger ev vekişîn pêk bê, stratejyaya me îj hewye û planên me hene. Em bi ser hemû pêkhateyan de vebûne.

Bi saya Xwedê, bereya navxwe hevgirtî ye. Em hewl didin, çareyên guncaw bibînin, ji bo qonaxa piştî derketina Amerîkiyan. Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Rêveberiya Xweser û Encûmena Sûriyeya Demokratîk, me li hev kiriye ku em amade bin ji çi vekişîneke Amerîkî re, ji navçeyên me. Gelek hevbeş û hevpeymanên me jî hene, ku di vê qonaxê de wê li gel me bin. 

Di dema dawî de, me lawazî di guhdana Amerîkî de dît, bi tasbetî, ji aliyê leşkerî ve, yhan jî ji aliyê guhdana bi rewşê ve bi awayekî giştî? Bi nerîna we, rewş wiha ye, Amerîka guhdana siyasî û deplomasî, weke berê nake?

Mehmûd El-Mislit: Navçe di rewşeke zehmet de ye. Cenga Xezzeyê heye. Cenga Ukrayna – Rûsya jî heye. Van jî guhdaneke bêhtir ji hevpeymana me ya Amerîkî biriye. Em beşek in j vê navçeyê, tiştê ku li derve dibe, bandorê li me jî dike, lê pêwendiya me ligel hevpeymanên me yên Ameîrkî heye. Guhdan ne weke berê ye. Ev gotina rast e. Lê berdewam, ev pêwendî û rewşa navçeyê û karûbarên siyasî û leşkerî, û rewşa navdewletî û herêmî bi giştî, tê wê wateyê ku em rola xwe li gorepana navdewletî aktîv bikin, ji aliyê deplomasî û siyasî ve, ji bo navçeya Bakurê Rojhilatê Sûriyê.

Em di rola Amerîkî de digihêjin, em di guhdanên Amerîkî de digihêjin, em ne ji pêşîneyên siyaseta Amerîka ne, di vê qonaxê de, lê wan ji me re nîşan da ku di dema nêzîk de wê ti vekişîna wan ji navçeyên Bakurê Rojhilatê Sûriyê nebe, lê her bi dirêjiya demê ew li cem me, li Sûriyê namînin.

Gelo niha şanderê Amerîka li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye?

Mehmûd El-Mislit: Erê

Rûdaw: Doktor, Alîkarê Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka di hevpeyvîneke bi Rûdawê re, dibêje ew ji Sûriyeyê venakişin û niha ew ne li gel lidarxistina hilbijartinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne. Gelo hilbijartinên şaredariyan dê di meha Tebaxê de werin lidarxistin?

Mehmûd El-Mislit: Hilbijartin ji bo meha Tebaxê hatin paşxistin, ev rast e, lê hilbijartin daxwazeke gel a rasteqîn e, ji bo pêşxistina saziyên me ye, hin kêmasî di saziyên şaredariyan de hene, ev hilbijartin dê ji nû ve vejîne, dostên me yên Amerîkî, Ingilîz û Fransî ji me xwestin, em van hilbijartina paş bixin.

Bihane jî ew bû ku divê amadekariyên baştir ji hilbijartinan re bêne kirin, her wiha metirsiya êrişên Tirkiyeyê li dijî herêmên me jî hene, erê, van mijaran têdigihîjin û em nêrînên wan di ber çavan re derbas dikin, em guhdariya wan dikin, ti ziyaneke paşxistina hilbijartinan tune ye, em nabînin ku divê niha bêne kirin lê di dema guncaw de hilbijartin dê bêne lidarxistin.

Dema ku em bibînin rewş amade ye û em bi xwe jî amade bin, çavdêrên navdewletî dê li herêmê amade bin û dîsa jî em guhdariya hevkarên xwe dikin.

 Ev tê wê wateyê ku dê paşxistineke din ji van hilbijartinan de dê hebe?

Mehmûd El-Mislit: Dibe ku careke din were paşxistin, eger em ne amade bin, eger rewşa herêmî, navdewletî û navxweyî ne amade be, dibe ku careke din were paşxistin.

Rûdaw: Doktor, hûn çawa li buyerên li bajarên Tirkiyê rûdane dinêrin, bi taybet êrîşên li dijî koçberên Sûriyê?

Mehmûd El-Mislit: Berî her tiştî û bi rêya vê ekrana rêzdar, divê em van êrîşên Tirkiyeyê li dijî birayên me yên Sûrî û bi taybet li dijî koçberan û qurbaniyên li herêma Qeyserî, bi tundî şermezar bikin, ku li wir êrişeke tund li dijî birayên me yên Sûrî pêk hat. Em berê xwe ji birayên xwe yên Sûrî naguherin, dibe ku nêrînên me cûda bin lê gelek hevbeşiyên me hene, çarenûsa me hevbeş e, dîroka me hevbeş e, rêgezên hene ne pêkan e em berê xwe ji wan biguherin.

Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derî û dilê xwe ji birayên xwe yên Sûrî re vedike û destên xwe dide wan. Erê hin astengî li ba me hene, divê jêrxan jêre were amadekirin. Pirsgirêka me ya avê ya bêtirî milyonek û 200 hezar kesan li Hesekê heye, av nayê dabînkirin lê em hewl didin li gorî derfetan pêşwaziyê li birayên xwe yên Sûrî bikin ên ku dixwazin vegerin warên xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Dîsa em ti carî berê xwe ji birayên xwe yên Sûrî naguherin.

 Hûn buyerên di van demên dawî de li Efrînê rûdane çawa dinirxînin, her wiha li herêmên di bin kontrola opozîsyona Sûriyê û hêzên Tirkiyê de ne, yên li dijî hebûn û sembolên Tirkiyê bi taybet?

Mehmûd El-Mislit: Ez zelal bêjim, Efrîn birîneke mezin di dilê me hemûyan de ye, ez behsa netewekê nakim, ew Efrîna me ye, ew kevoka bedew û xweşik e, darên Efrînê, zeytûnên Efrînê, gelê Efrînê xwedî taybetmendiyeke wê ya cûda li ba Xwedê heye, em van êrişan şermezar dikin. Êrîşên qirêj pêk hatin, em nizanin ku bi zanebûn ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine kirin lê di dawiyê de Efrîn dê ji xwediyên wê re vegere û ava Efrînê dê ji Efrîniyan re vegere, înşallah.

Darên Efrînê dê ji xwediyên wan re vegerin û dê ji nû ve bi destên welatiyên Efrînê werin vejandin. Ne dûr e ku li dijî Efrînê êrîş werin kirin, ne dûr e Tirkiye û ji bilî Tirkiyê jî yên talanker mixabin ên Sûrî ku mal û milkên Efrînê talan kirine êrîşî Efrînê bikin. Lê Efrîn dê vegere Işallah, emê jî bi hemû derfetên xwe hewl bidin ku Efrîn û Serêkaniyê û hemû herêmên din ên dagirkirî ji xwediyên wan re werin vegerandin.

Herêmên di bin kontrola opozîsyona Sûriyê de ne, yan herêmên ku bi giştî Tirkiyê li wir hene, welatiyên li van herêman li dijî nêzîkbûna di navbera Şam û Enqereyê de derketin. Hûn van nerazîbûnan çawa dibînin û van buyerên di van demên dawî de li Efrînê rûdane?

Mehmûd El-Mislit: Em piştevaniya tevgera li Efrînê û herêmên dagirkirî dikin, ew welatiyên me ne, her çiqas nêrînên me ji hev cûda bin lê dîsa jî ew welatiyê me ne. Em dê piştevaniya wan bikin û alîkariya wan jî bikin, ew herêmên Sûriyeyê ne.

Ev mijar dihat pêşbînîkirin, ji ber ku berê jî Tirkiyeyê mixalefet firot, ez zelal bêjim, ew şandin Azerbaycanê û hin herêmên din, li ser vê bingehê em ti carî berê xwe ji birayên xwe yên li wan herêman in, naguhertin.

Em dê alîkariya wan bikin, pêwendiyên min li gel wan hene, gelekî ciwanên pêwendî bi min re kirine min bi wan re li hev kir, min ji wan re got hûn bi xêr hatin nava malbat û xelkê xwe. Înşallah, ez her tim dibêjim Sûrî di jiyanê de ji dayîk dibin û di demên astengiyan de jî ji dayîk dibin.

Ev taybetmendiya Sûriyan e. Em bangî Xweda dikin ku ev hişyarbûn û buyerên li Efrînê rûdane, nemaze binpêkirinên hatine kirin, hişyariyek be da ku vegerin ser biryara xwe ya niştimanî, ji Sûriyeya xwe re vegerin, ji malbatên xwe re vegerin.  Em li herêma xwe her tim bixêrhatina xwîşk û birayên xwe yên Sûrî dikin.

Doktor, Eger em behsa bi taybet kêmasiyên xizmetguzariyan bikin. Kêmasiyên xizmetguzarî li herêma we ji ber topbaranên Tirkiyeyê bi taybet li dijî jêrxana herêmê gelekî zêde bûn. Gelo pilaneke we ya çêkirina van jêrxanan heye û şopên rûxandinê tune bikin û giştî xizmetguzariyan pêş bixin?

Mehmûd El-Mislit: Bi rastî bêtirî ji sedî 80 ji jêrxana herêmê ji aliyê Tirkiyeyê ve rastî êriş û topbaranê hat. Lê dîsa jî em hewl didin, emê dîsa rabin ser piyan, çalakiyên avakirinê hêjî berdewam in. Nexweşxane rastî topbaranê hatin, kargehên cilûbergan rastî topbaranê hatin, dibistan rastî topbaranê hatin, tenê kêlgeha Siwêdiyê, nizanim eger hûn wê derê nasdikin, ew jî rastî topbaranê hat.

Bi giştî her tim Tirkiyeyê hewl dide wiha bike ku Rêveberiya Xweser nikaribe ti xizmetekê pêşkêşî welatiyan bike. Lê Rêveberiya Xweser li gel dost û hevkarên xwe rijd e ku divê ev jêrxan û saziyên xizmetguzariyê ji nû ve were avakirin. Erê kêmasî hene, lê bê guman ev di encama êrîşên Tirkiyeyê de bû. Lê dîsa jî em di jinûve avakirina wan de rijd in, înşallah.

 Pirsa min a beriya dawiyê, Doktor, gelo rewşa darayî ya Rêveberiya Xweser çawa ye?

Mehmûd El-Mislit: Hin kêşeyên darayî hene, bi rastî. Ev yek jî bi sedema lêdanên Tirkiyeyê ye, ji ber ku çavkaniyên ku berê me pişta xwe pê girêdida, piştî wan lêdanên Tirkiyeyê nema têrê dikin. Tenê ji sedî 20 ji dahata petrolê li gorî berê, maye ku berê bêhtir bû.

Lê tevî van alingariyan, em bi awayekî baş xwe li gel krîzê diguncînin, hevtêgihiştin di navbera serkirdayetiyê û gel de heye. Lê mijara avê ya herî zehmet bû, û bi saya Xwedê, di demek nêzîk de ev kêşe jî wê bê çareserkirin. 

Hevpeyvîn: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin