Hevserokê Şaredarîya Êlihê hat desteserkirin

Hevserokê Şaredarîya Êlihê hat desteserkirin

Hevserokê Şaredarîya Êlihê ya Bakurê Kurdistanê ku qeyum li cihê wî hatîye danîn, ji alîyê hêzên ewlekarîya Tirkîyê ve hat desteserkirin.

A+A-

Hevserokê Şaredarîya Êlihê Mehmet Demîr ê li şûna qeyûm hatibû danîn îro hat desteserkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna  ji alîyên Serdozgerîya Komarî ya Amedê ve hatibû destpêkirin de, Mehmet Demîr   piştî ji avahîya HDPî derket hat desteserkirin û bo Rêveberîya Ewlekarîya Êlihê hate şandin.

Hat dîyarkirin di çarçoveya lêpirsîna derbarê KCDê de ew hatîye destesekirin.

Wezareta Navxwe ya Tirkîyê  di 23ê Adara 2020an de li şûna Mehmet Demîr qeyûm danibû.

 

 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin