Hewaya Hewlêrê pîs e: ‘Em dê bi Herêma Kurdistanê re bixebitin’

Hewaya Hewlêrê pîs e: ‘Em dê bi Herêma Kurdistanê re bixebitin’

.

A+A-

Konsulê Giştî yê Çînê yê Hewlêrê amadebûna xwe ji bo xebitîna bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re ya ji bo kêmkirina pîsbûna hewayê ragihand.

Konsulê Giştî yê Çînê yê Herêma Kurdistanê Liu Jun ji Rûdawê re ragihand ku ew hêvîdar in ji bo dîtina çareseriyekê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bixebitin.

Li Herêma Kurdistanê hişyarî li ser metirsiyên hewaya pîs hatiye dayîn ku yek ji wan jî penceşêr e.

Liu Jun behsa hûrgiliyên plana xebata bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re nekir lê amaje bi çareseriyên serekî kir.

Konsulê Çînê diyar kir ku niha welatê wî li ser hinartina zêdetir otomobîl û duçerxeyên bi elektrîkê ya ji bo Herêma Kurdistanê dixebite.

Konsulê Giştî yê Çînê yê Herêma Kurdistanê Liu Jun herwiha da zanîn ku welatê wî di vê ezmûnê re derbas bûye û ji ber vê yekê dizane ku hewaya pîs çi qasî pirsgirêkên mezin ji mirovan re çêdike.

Liu Jun ragihand ku niha çend kompanyayên Çînê di warê hilberîna elektrîka ji rojê de li Herêma Kurdistanê dixebitin.

Liu Jun her wiha da zanîn ku konsulxaneya wan dayîna vîzeyê jî zêdetir kiriye û anî ziman:

“Xelk rojane tê konsulxaneya me û daxwaza vîzeya Çînê dike.”

Konsulê Çînê destnîşan kir ku wan ji destpêka salê ve xizmetguzariya vîzeya geştyariyê bi pêş xistiye û hejmara geştyaran ji Îraq û Herêma Kurdistanê ya ber bi Çînê ve zêde bûye

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin