Cano Amedî

Cano Amedî

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Hewldanên têkbirina aborî û serweriya Başûrê Kurdistanê

A+A-

Cano Amedî

Ev demek dirêje li Başûrê Kurdistanê, ji bo têkçûna serwerîya Kurdistanê, ji bo bêhêz kirina desthilatdarîya hukumeta kurdistanê êrîşên hovîyane bi şêweyek organîze û mobîlîze tên meşandin. Ev êrîşên hane ne bûyerên ji rêzê û ne jî bûyerên tesadufine. Ev bûyerên li başûrê Kurdistanê di qewimin, yek bi yek encamên şirîkatîya dewletên dagirker û berhemên plansazîyek kûr ya li dijî gele Kurd e!

Xurandina nakokîyên hundir û bê aqûbetîya navxwoyî, rê li ber êrîşên organîze xweştir dike. Bi salane ku êrîşên li dijî destkeftîyên başûrê kurdistanê tên meşandin îro gihiştîye astek xeterîyê, astek metirsîyê. Ev xeterî û metirsî ne tene ji bo herema başûre, ev tahlûkeya hane ji bo hemû beşên Kurdistanê û ji bo gele Kurdistanê ye û bi destê dagirkeran ve tê meşandin.

Dewletên dagirker û hevalbendên wan ji destpêkê heta niha sîyaseta dorpeçkirin û fetisandinê bişêweyên cuda xistin rojevê. Gava em dîroka nêzîk ya bîst salên dawî di ber çav re derbas dikin, wêne û xelekên dorpeç kirine baş dibinin. Em baş têdigihijin.

Êrîşên terorî û mobîleze kirina grûbên terörist di nav demê de gihîşt astek bilind. Nizama li dijî gele Kurd û dewletên dagirker bi destê grûbên terorîstî xwestin bi ser bikeve lê bele gele Kurdistanê, Hukumeta Kurdistanê û Pêşmergên Kurdistanê  rê nedan ku neyarê gele Kurd bigihîje armancên xwe. Li hemberê êrîşên hovîyane Peşmergeyên Kurdistanê têkoşînek dijwar da. Bi canê xwe, bi xwîna xwe berevanîyek mezin nîşanê dost û dijmînên xwe dan. Lê mixabin bê aqûbetî û problemên navxwoyî rê li ber êrîşên Kerkûk û deverên nakok xweş kir. Dewleta îranê û Iraqê bi piştgirî û alîkarîya dewleta Tirkîyê peymana Sadabatê cardin guncav kirin û ji nûve vegerîyan ser kodên berê.

Niha jî dewletên dagirker û maşayên wan  metodên êrîşên xwe guherandine û dixwazin aborîya başûrê Kurdistanê têkbibin. Ji alîyê dewleta navendî ve, kêm kirin û neşandina butçeya herema Kurdistanê polîtîkayek stratejike. Armanç geşkirina problemên civakîye. Bi alozî û teroîzkirina sûk û kolanan dixwazin serwerîya Kurdistanê têk bibin. Bi salane Baxda û Tahran wê sîyasetê bi sebir di meşînin. Xelekên dorpeçkirinê hêdî hêdî bi destê hevalbên xwe dişidînin.

Dijmînê gele Kurd dixwaze aborîya Kurdistanê têkbibin û rê li ber aozîyên civakî geş bikin. Ji alîyekî ve gund û bajarokên heremê tên bombabaran kirn, ji alîyekî ve li hemberî companî û karsazên Kurd êrîşên hovîyane tê meşandin. Armanc ewe ku rê li ber sermaya Kurdistanê bigirin û nakokîyên civakî geş bikin. Di nav civatê de pêlên tirs û xofê zede bikin, demsalên bawerî û ewlekarîyê têk bibin. Neyarên gele Kurdistanê niha jî dixwazin bi şewata bazar û kargehan, bi sabotaj û êrîşên çekdarî bingehên aborîya başûrê Kurdistanê pûç bikin. Em bixwazin an nexwazin bandora wan êrîşan li ser civatê tesîrekî negatif dike. Dagirker û hevalbendên wan dixwazin demsalên tirs û xofê, bingeha bêbawerîyê xurt bikin û fikra  mirov xwe di ewlekarîyê de nebinin zêde bikin, çi ji destê wan tê texsîr nakin!

Em dibinin ku roj tuneye ku dewletên dagirker heremê bombe baran nekin, roj tuneye ku êrîşên li ser bingehên aborîyê tên meşandin çênebin. Roj tuneye ku hukumeta Baxdayê li hemberî gele Kurdistanê bê hûqûqî neke û mafê wan bin pê neke. Şewitandina kargehên mezin, şewitandina bazar û ticarete, şewitandina makînayên kar, bombebaran kirina gund û deverên jiyanê, sabotaj û êrîşên li hemberî navendên hilberînê. Bi şêweyek sîstematîk û plansazî tê meşandin. Ev êrîşên hane bi şirîkatîya dewletên dagirker û hevalbendên wan biplansazîyek kûr, bi li hevhatinek hovîyane û bihestên dijmînatîya gele Kurd tên meşandin. 

Ev sîyaseta leflefokî û jahrî her diçe bi hêz û bi bandor dibe. Sîyaseta entergasîyonê û bêdengîya li dijî destdirêjîya destkeftîyên milletê kurdistanê, rê li ber metirsîyek mezin vedike. Sîyaseta kedîkirinê û dizayn kirina entergasîyonê her diçe li hemû beşên kurdistanê bi bandor dibe. Bêdengîya kûr, alamete xewa mirinê ye!

Ji Dîaspora bigirin heta hemû beşên Kurdistanê divê bi hişmendîyek netewî em tevbigerin û li hemberê wan êrîşên terorî xwedî helwest bin, zanyarî û bertekên xwe bi raya giştî re, bi hukumeta Kurdistanê re parve bikin. Sîyaseta ji bo têkbirina statuya Kurdistanê tê meşandin divê bi bertekên netewî bê rawestin û bingeha plansazîya dijberî gele kurd bi strateji û sîyasetek millî bê pûçkirin.

Bi kurtayî bûyerên li Başûrê Kurdistanê rûdidin gellekî xeterin û ji bo paşeroja gele Kurd jî problemin. Propagandayên reşkirinê, dijmînatîya li hemberî  serwerîya herema Kurdistanê ûmobilîze kirina êrîşan tene feyde digihîjîne dijmînê gelê Kurd. Bê şik xwedîyên sîyaseta qirêj  baş dizanin ku wê bi ser nekevin lê dixwazin astengîyan derxin. Li bazarên Kurdistanê roj tuneye bûyerek şewitandinê neqewime! Gelo çima ev bûyerên hanê li Kerkûkê, li  Hewlerê, li Dihokê pêktên?

Divê baş bê zanîn hewldan û seferbûna şewitandina bazaran, sabotajên li serbingeha çavkanî û hilberîna xaz û nefte raste rast êrîşên li dijî statu û serwerîya kurdistanê ye. Bingeha civatan li ser bîr û bawerîya aborîyê xurt dibe, dijmînê gele Kurdistanê bi êrîşên bingehên aborîyê sîyaseta dagirkerîyê bidin meşandin. Bertek û refleksên netewî dikare rê li ber wê sîyasetê asê bike.

Em hêvî dikin ku hukumeta Kurdistanê, serwerî û iradeya damezranêr ya Başûrê Kurdistanê bi stratejîyek netewî, bi seferberîyek millî, bi hişmendî û bertekên netewî dikare rê li ber wan êrîşên hovîyane bigire û tawanbaran siza bike. Bêdengî pejirandina xirabî û têkçûnê ye! Divê her Kurd li hemû beşên Kurdistanê derbarê parastina destkeftîyên netewî de, di derbarê statu û desthilatdarîya milletê Kurdistanê de hişyar be, xwedî helwest be û têkoşerê welatê xwe be!

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin