Hewlêr | %60ê qonaxa sêyem a projeya rêya 150 metrî temam bû
.
Wezîrê Şaredarî û Geştiyariyê Sasan Awnî, li Hewlêrê ligel tîma endezyariya projeya otorêya 150 metrî ya Hewlêrê civiya û tekegot, ev piroje yek ji projeyên stratejîk ên hikûmetê ye ku qonaxa sêyem niha %60 temam bûye û kar bi başî birêve diçe.
Di daxuyaniya wezaretê de hatiye diyarkirin ku Wezîrê Şaredarî û Geştûguzarî Sasan Awnî li Hewlêrê pêşwazî li komîteya çavdêrî û tîma endazyarî ya projeya rêya 150 metrî ya Hewlêrê kir û pêşhatên projeyê şopand û piştevaniya hikûmetê ji bo temamkirina projeyê anî ziman û daxwaz ji tîma çavdêrî û endazyarên projeyê kir ku bi dilsozî û bi hûrî di projeyê de kar bikin.
Wezareta Şaredariyê eşkere kir ku komîteya çavdêriyê û tîma endazyarî ya rêya 150 metrî tekezî li ser karên heta niha di qonaxa sêyem a projeyê de ku rêya Hewlêr-Bahrkê heta Hewlêr-Gopalê digre gihîştine encamê.
Herwiha hat gotin: “Qonaxa sêyem a projeyê dê 550 rojan bidome, lê di kêmtirî sê mehan da, ji sedî 60ê kar bi dawî bûye û heta niha jî kar bi başî berdewam e.”
Sasan Awnî spasiya komîteya çavdêriya projeyê kir ku di demeke kin de kar kirine û got: “Projeya 150 metrî projeyek stratejîk a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û yek ji destkeftan e. Divê hûn wek endezyar û çavdêrên projeyê xebatên xwe bi rêk û pêk bikin û projeyê bişopînin.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin