Hewlêr bû endama Rêxistina Navneteweyî ya Francophoniyê
Hewlêr bû endama Rêxistina Navneteweyî ya Francophoniyê . Di 89emîn Kongreyê Rêxistina Navdewletî ya Frankofoniyê de ku li bajarê Kîgalî yê Rûwandayê pêk hat, bi tevayiya dengan Hewlêr bû endama vê rêxistinê.
A+A-
Parêzgeha Hewlêrê dibe endam di Rêxistina Navdewletî ya Frankofonî de.
Di 89emîn Kongreyê Rêxistina Navdewletî ya Frankofonî li bajarê Kîgalî yê Rûwandayê bi tevayiya dengan Hewlêr bû endamê vê rêxistinê.
Seroka Rêxistina Navdewletî - Frankofonî An Hîdalgu, spasiya şanda Hikûmeta herêma Kurdistanê kir, ku bo yekem car beşdarî vê Kongreyê kir e û bi pêwîst jî zanî, bajarê Hewlêrê bibe endam û pêwendîya wê ligel bajarên din ên cîhanê hebe.
Di beramber de jî, parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî spasiya Serok û endamên rêxistinê kir, ji bo wergirtina Hewlêr wekî endam, di vê rêxistina navdewletî de.
Rêxistina Navdewletî ya Frankofonî ji 194 bajaran ji 51 welatan pêk tê û armanca wê, alîkariya di hemû warên jiyanê de, di navbeyna bajaran de ye.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin