'Hewlêr û Bexdayê li hev kirine, hinardeya petrolê di nêz de dest pê dike'
.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan ragihand ku Hewlêr û Bexdayê li ser şandina petrolê li hev kiriye û tê çaverêkirin di demeke nêzîk de xeta boriya petrolê were vekirin.
Hakan Fîdan,di civîna ligel rojnamevanan de, derbarê hinartina petrola Herêma Kurdistanê de got, “Diyar e ku Bexda û Hewlêr li ser mijara boriya petrolê û parvekirina dahata petrolê gihîştine rêkeftineke girîng. Hewlêr û Bexdayê jixwe di prensîbê de beriya niha li hev kiribûn lê belê diviyabû Bexda bi kompanyayên ku berê bi Hewlêrê re girêbest îmze kiribûn û bi giranî kompanyayên rojavayî re peyman îmze bikira. Di peymana ku wan bi Hewlêrê re çêkiribûn de, ji bo her bermîlekê nirxeke diyar hebû. Niha divê heman tiştê careke din bi Bexdayê re bikin. Bi qasî ku ez fêm dikim di wê mijarê de pêşveçûnek heye. Bi eşkereyî, em li bendê ne ku li gorî aliyên Iraqî ji me re gotiye, di demek nêzîk de boriya petrolê dê were vekirin. Vekirina boriyê bêguman dê li herêmê ji bo wan jî gelek çalakiyan bi xwe re bîne.”
Fîdan Projeya Rêya Geşepêdanê jî diyar kir, “Em di warê aborî û siyasî de piştgiriyê didin wê projeyê. Bi rastî Projeya Rêya Geşepêdanê di 20 salên dawî de projeya herî pozîtîf e ku Iraqê tîne rojevê. Ji ber wê yekê em piştgiriyê didin wê projeyê."
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin