Heyet Tehrîr El-Şam derbasî nava bajarê Efrînê bû
.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, Heyet Tehrîr El-Şam û grûpa "Silêman Şah" îro 13ê Comeha 2022am derbasî nav bajarê Efrînê bû û taxa Mehmûdiyê bê şer pevçûn kontrol kirin, piştî ku grûpa Cebhe El-Şamiyê ji wê vekişiya bajarê Ezazê.
Li gorî Rewangehê, egera wê heye ku hemû grûpên din ji bajarê Efrînê vekişin û wê radestî Heyet Tehrîr El-Şam bikin.
Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, çekdarên Tehrîr El-Şam bê şer derbasî taxê bûn û di nava taxê re derbas bûn û tekbîr kirin û hişyarî dane welatiyan ku ji malên xwe dernekevin.
Wî jêderî amaje bi wê jî da, tirseke mezin di nava xelkê Efrînê de çêbûye û hemû kes di malên xwe de mane.
Ev yek piştî wê tê, şeva borî Heyet Tehrîr El-Şam karî bû derbasî bajarokên Mabeta û Cindirêsê bibin.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di Adara 2018an de, ev cara yekem e Tehrîr El-Şam derbasî nav bajarê Efrînê dibe.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin