Heyeta Federasyona komelên Kurdî ya Danîmarkayê beşdarê seremonîya komkujîya Êrmenîyan bûn
.
Di 22.04.2023 de li ser vexwendina Serokê Dêra Êrmenî-Apostols li Danîmarka Artur Alaverdyan, heyetekî li gel serokê Federasyona Komlên Kurdî ya Danîmarkayê Ednan Axaca, Şukrî Aljojo, Selma Akar, Mîrza Akar, Îmam Çoban û Mehmet Demirtaş beşdarê seremonîya bibîrhanîna komkujîya Êrmenîyan ku li bajarê Kopenhagin a paytexta Danîmarka hat pêkhanînê bûn.
Piştê axfatinên di derbarê jenosaîdê de, di hewşa Dêra armensk-apostolske li Danîmarka de xaçekî wek monumenta bibîrhanîna jenosaîdê hat danîn.
Piştê sipasîya birêvebirên Seremonîyê û bi hêvîya hevdîtinan ji hev xatir xwestin.
Eva jî metna Federasyonê ku ji alîyê serokê federasyonê Adnan Axcan ve ji wana re hatibû pêşkêşkirinê ye;
Komkujiya li bermaber Êrmenîyan ji bîr nekin..
Em îro ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiya Ermeniyan ya 108 sal berî niha li vir
kom bûne. Li vir tu kes qurbaniyên vê komkujıyê bi şexsî nas nake. Lê ev nayê wê wateyê
ku divê em ji bîr bikin. Ji bo ku nifşên nû xeletiyên nifşên berê nekin, divê em xeletî û
buyerên dîrokî ji bîr nekin, ne perçêvin.
Karbidestên dewleta Tirk hê jî qetlîamê red dikin. Dewleta Tirk ji bo bûyerên dîrokî veşêre
çandeke nemirovane û êrişkar afirandiye. Rêvebiriya Tirk hê jî encamdanên komkujiyan
înkar dike. Qirkirina Ermeniyan ku li hemû Tirkiyeyê pêk hat, kuştina bi sed hezaran kurd
li seranserê Kurdistanê. Kuştina Rûm û neteweyên din. Li cihên ku ev kesene lê hatine girtin an jî hatine kuştin, ango ji bo van qurbaniyên çi nîşandeyek van buyeran nîne.
Dewletên kolonyaîst bi taybetî welatên wekî Fransa û Brîtanya Mezin ji zû ve hovîtiyên
xwe li koloniyên xwe yên berê qebûl kirin. Almanyayê lêborîn xwest û Holokost qebûl kir.
Dewleta Danîmarkî gelek caran li ser gelek astên dewletê lêborîna xwe ji ber destdirêjiya
wan li ser zarokên Gronlandî yên di salên pêncî de kiribûn xwestiye.
Lê li Tirkiyê desthilatdar xeletiyên xwe qebûl nakin. Bûyerên dîrokî tên nixumandin,
qirkirin tê înkarkirin. Di rastiyê de Tirkiye di tevahiya vê nîqaşê de xwe weke mexdûrê
bêbextî lê hatî kirin dibîne. Ev helweste dê gelan nêzî hev neke. Tolhildan ne çareya tiştekî
ye, lê pejirandin û parvekirina çavkaniyên dîrokî rê li ber pêşerojeke baştir dê veke. Her
we rêbazeke ku pêşî li bûyerên nû yên hovane bêne girtin.
Belê rûdavên 1915 çi bûn
Di Nîsana 1915an de Împaratoriya Osmanî fermana nefîkirina Ermeniyan derxist. Ev
pêvajo heta sala 1921’an berdewam kir. Nêzîkî 1,5 mîlyon Ermenî jiyana xwe ji dest dan.
Navçe û gundên ku ermenî lê dijiyan, kirine dojeh.
Di pirtûkên dîroka Tirkiyeyê de ne ev qetlîama ku yek ji mezintirîn qetlîamên sedsala
20’an bû û ne jî komkujiyên li ser gelên din yên li ser xaka Osmanî û Tirkiyeyê hatine kirin, ne hatiye behs kirin.
Xelkek bû qurbana berjewendiyên aborî û siyasî yên dewletên zilhêzên mezin. Kurd û Ermeniyan bi
canê xwe berdêla şerê navbera Împaratoriya Osmanî û Rûsya ya wê demê de dan. Dewletên
zilhêzên mezin, Fransa û Îngilîstanê, di navbera xwe de bi parvekirina mîrate û dabeşkirina
axa Împaratoriya Osmanî ya hilweşiyayî ve mijûl bûn. Li ber çavê wan ev jenosîde hate
encamdan. Lê, ji bo pêşîlêgirtina vê qirkirinê tiştek nekirin.
Em hemî qurbaniyên van êrîşên hovane bi giramî bibîr tînin. Em li ser navê Federasyona Komeleyên Kurd li Danmark êrîşa li dijî Ermeniyan bi tundî şermezar dikin û bang li hikûmeta
Danîmarkayê, raya giştî ya Danîmarkayê, rêxistinên sivîl, NY, YE, DYA û raya giştî ya
cîhanê dikin ku li beramber binpêkirinên mafên mirovan ji aliyê rejîmên zordest ve bê deng nemînin.
Em bang li Danîmarka û welatên din ên demokratîk dikin ku ji bo biryarek di Neteweyên
Yekbûyî de ku qetlîama Ermeniyan wek jenosîd nas bike, bixebitin.
Federasyona Komelên Kurd li Danmark – FKKD
24.4.2023
[email protected]
Rûpelanû/Danîmarka
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin