Heyeta HAK-PARê Li Amedê Seredana PAKê Kir
Heyeteke HAK-PARê ku ji Cîhgirên Serokê Giştî yê HAK-PARê Birêzan Sedat Çınar û Yeter Polat, Endamên Meclîsa HAK-PARê birêzan Paşa Akdoğan, Ramazan Eren û Muhittin Batmanlıve pêk hatî, roja 04.01.2020an seredana Teşkîlata Amedê ya PAKê kirin.
Navenda Nûçeyan- Heyeteke HAK-PARê ku ji Cîhgirên Serokê Giştî yê HAK-PARê Birêzan Sedat Çınar û Yeter Polat, Endamên Meclîsa HAK-PARê birêzan Paşa Akdoğan, Ramazan Eren û Muhittin Batmanlıve pêk hatî, roja 04.01.2020an seredana Teşkîlata Amedê ya PAKê kirin.
Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Birêz Nurullah Timur û endamên Komîteya Birevebir a Navendî ya PAKê birêzan Hanifi Turan û Vahit Aba pêşewazîya heyeta HAK-PARê kirin.
Heyeta HAK-PARê di vê seredanê de got, ‘’Ji ber seredanên Serokê Giştî û heyetên PAKê yên li Amedê û Stanbolê yên jibo HAK-PARê em dixwazin spasîya PAKê bikin. Armanca esasî ya seredana me jî îadeyî zîyaret e’’.
Di vê seredanê de heyetên PAKê û HAK-PARê di derbarê rewşa giştî ya Kurdistanê û Tirkîyeyê de û li ser rûdanên vê dawîyê bîr û rayên xwe pêşkêş kirin.
Hevdîtina heyetên PAK û HAK-PARê di atmosfereke dostane de derbas bû.Herweha ji bo di rojên pêş de hûnandin û pêşdebirina peywendîyên herdu partîyan de hevdîtineke baş bû.
04.01.2020
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin