Heyeta HAK-PARê li Amedê Seredana PWKyê Kir

Heyeta HAK-PARê li Amedê Seredana PWKyê Kir

.

A+A-

Serokê  Teşkîlata Amedê ya HAK-PARê Mustafa Okumuş û rêvebirên HAK-PARê yen Amedê roja 16.10.2024ê seredana Teşkîlata Amedê ya PWKyê kirin.

Endamên Komîteya Birevebir a Navendî ya PWKyê Yûsûf Aydin, M.Alî Yilmaz û revebirê PWKyê Giyasettîn Ozbay pêşewazîya heyeta HAK-PARê kirin.

Heyeta HAK-PARê ji ber ku PWK beşdarî Kongreya Teşkîlata Amedê ya HAK-PARê bibû spasîya PWKyê kir.

Heyeta HAK-PARê û ya PWKyê di derbarê rewşa sîyasî ya giştî de nêrînên xwe bi hevre parve kirin.

Hevdîtin di atmosfereke dostane û berhemdar de derbas bû. 

Buroya Ragahandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin