Heyeta hevbeş ya PAK, PSK û TDK-Tevgerê îro jî li Mêrdînê seredana dezgeh û sazîyên sivîl kirin
.
Heyeta hevbeş ya PAK, PSK û TDK-Tevgerê îro (30.03.2022) jî li Mêrdînê seredana dezgeh û sazîyên sivîl kirin
Heyeta hevbeş ya PAK, PSK û TDK-Tevgerê, îro 30.03.2022yê li Mêrdînê seredanên gelek komel û sazîyên sivîl kirin..
Roja 30.03.2022yê Heyeta hevbeş ya PAK, PSK û TDK-Tevgerê li Mêrdîn serdana Komela Mafê Mirovan Şaxa Mêrdînê, Komela Sinaî û Bazirganî yê Şaxa Mêrdînê, Baroya Mêrdînê, Yekîtîya Bijîşkên Tirkîyeyê Şaxa Mêrdînê kirin.
Heyta Hevbeş ya ji PAK, PSK û TDK_TEVGERÊ pêkhatî, bi armanca danasîna Daxwazên Acîl yên miletê Kurd û wergirtina bîr û ray û pêşniyarên sazîyên sivîl û rûsipîyan, îro serdana 4 sazî û dezgehên sivîl kirin.
Berdevkên heyetê ji Rûpela Nû re dane zanîn ku; Heyetê di derbarê daxwazên Acîl yên Kurdan de zanyarî dane û bi nivîskî Bernameya Daxwazên Acîl pêşkêşî van dezgehên sivîl kirine. Ji wana daxwaz kirine ku vê Bernameya Daxwazên Acîl wek pêşnîyarî bibînîn û herwiha, gotine "heger bo zêdekirin an kêmkirinê pêşnîyarên we hebin me agahdar bikin".
Berpirsên sazî û dezgehên sivîl jî, sipasîyên xwe ji bo vî zîyareta bi rûmet pêşkêş kirine û herwiha gotine, ewê pêşniyarên xwe pêşkêşê wana bikin.
Herwiha, li gor agahdarîyên ku me ji TDK-TEVGER, PAK û PSKyê girtîye; dê seredanên xwe yên li Mêrdîn û herêmê berdewam bikin.
Dîsa li gor beyanên berdevkên heyeta hevbeş: Di nav van sê rojan de serdana 16 dezgeh û sazîyên sivîl kirine. Û ewê di serdanên xwe de berdewam bin.
Rûpela Nû/Mêrdîn
Bixwîne: Heyeta hevbeş ya PAK, PSK û TDK-Tevgerê li Mêrdîn û Qoserê seredana sazîyên sivîl kirin
Bixwîne: Heyeta hevbeş ya PAK, PSK û TDK-Tevgerê îro jî li Mêrdîn û Qoserê seredana sazîyên sivîl kirin
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin