Heyeta PAKê li Şêxanê beşdarî şîna Mîr Tehsîn Beg bû
Heyeteke Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi serpereştîya Temo Ayas ê endamê Komîteya Başûrê Kurdistanê ya PAKê, îro roja 05.02.2019an li Şêxanê beşdarî şîna Mîr Tehsîn Beg bû.
A+A-
Li gor ku Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê ragihand, heyeta PAKê li ser navê Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik û li ser navê hemû rêvebir û endamên PAKê sersaxî ji malbata xwedê jê razî Mîr Tehsîn Beg, ji xwişk û birayên me yên Kurdên Êzidî û ji hemû gelê Kurdistanê re xwest.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin