Heyeta PAKê seredana Partîya Komunîst a Kurdistan a Iraqê kir
Heyeta PAKê Dr. Kawa Mehmûd ji bo wazîfeya Sekreterê Giştî ya Partîya Şûî pîroz kir û di derbarê xebat û bîr rayên PAKê de agahdarî dan.
Endamên Komîteya Birêveberîya Navendî ya PAKê Ebdirehman Gundikî û Orhan Kaya Seredana Partîya Komunîst a Kurdistan a Iraqê (Partîya Şûî) kirin.
Heyeta PAKê ji bo pîrozbahîya Sekreterê Giştî yê nû yê Partîya Şûî û ji bo pêşde birina peywendiyên herdu alîyan, roja 11.02.2017an li Hewlêrê seredana Partîya Komunîst a Kurdistan a Iraqê kir.
Sektreterê Giştî yê Partîya Şûî Dr.Kawa Mehmûd û endamên Komîteya Navendî Umîd Mihemed Salih û Hewta Resûl pêşewazîya heyeta PAKê kirin.
Heyeta PAKê Dr. Kawa Mehmûd ji bo wazîfeya Sekreterê Giştî ya Partîya Şûî pîroz kir û di derbarê xebat û bîr rayên PAKê de agahdarî dan.
Dr. Kawa Mehmûd jî sipasîya heyeta PAKê kir û di derbarê xebatên partîya xwe de agahdarî da.
Heyeta PAKê û Partîya Komunîst a Kurdistan a Iraqê di derbarê rewşa her çar perçeyên Kurdistanê de bîr û rayên xwe pêşkêş kirin û ji bo pêşde birina peywendîyên herdu partîyan hinek tesbît kirin û biryar girtin
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin