Heyeta Platforma Ciwanên Serbixwe Li Amedê Seredana PWKyê Kir

Heyeta Platforma Ciwanên Serbixwe Li Amedê Seredana PWKyê Kir

.

A+A-

Roja şemîyê, 11.11.2023yê, heyeta Platforma Ciwanên Serbixwe li Amedê, seredana Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) kir.

Heyeta Platforma Ciwanên Serbixwe, ji Berdevkê Platforma Ciwanên Serbixwe Ferîd Azad û rêvebirên platformê pêk hatibû.

Cîhgirên Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay, Vahît Aba, û rêveberên PWKyê pêşewazîya heyeta Platforma Ciwanên Serbixwe kirin.

Ji ber ku PWK li Amedê beşdarî çalakîya ‘’Sonda Jîyana Bi Kurdî’’ ya Platforma Ciwanên Serbixwe bibû, heyeta Platforma Ciwanên Serbixwe ji bo spasîya xwe pêşkêşî PWKyê bike ev seredana pêk anî.

Heyeta PWKyê jî ji bo vê seredanê spasîya heyeta Platforma Ciwanên Serbixwe kir.

Heyeta PWKyê û heyeta Platforma Ciwanên Serbixwe di derbarê rewş û rojeva heyî de bîr û bawerî û fikrên xwe bi hevdu re parve kirin.

Hevdîtina heyetên PWK û Platforma Ciwanên Serbixweyê di atmosfereke dostane û berhemdar de derbas bû.

11.11.2023

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin