Heyeta PSKyê li Amedê Serdana PWKyê Kir

Heyeta PSKyê li Amedê Serdana PWKyê Kir

.

A+A-

Heyeteke PSKyê (Partîya Sosyalîst a Kuredistan) ku ji Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel, Cîhgira Serokê Giştî yê PSKyê Seval Baksî û rêvbirên PSKyê pêk hatibû, roja 12.08.2024ê seredana Teşkîlata Amedê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) kir.

Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk, Cîhgirên Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay û Rifat Sefali û rêvebirên PWKyê pêşewazîya heyeta PSKyê kirin.

Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel, ji ber wek fermî qebûl kirina navê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), pîrozbahîya PWKyê kir û ev wek destkeftina hemû kurd û kurdistanîyan pênase kir.

Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk, ji ber vê seredanê û ji bo pîroz kirinê spasîya heyeta PSKyê kir.

Heyeta PSKyê û heyeta PWKyê di derbarê rewşa giştî ya Kurdistanê û rûdanên li Tirkîyeyê de bîr û rayên xwe bi hev re parve kirin.

Herweha heyetên herdu partîyan girîngîya berdewamî û xurt kirina peywendîyên herdu partîyan anîn zimên.

Hevdîtina heteyeta PSKyê û heyeta PWKyê di atmosfereke dostane û berhemdar de derbas bû.

12.08.2024

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistan

ê (PWK)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin