
Heyeta PWKyê Li Amedê Seredana Grûba Vateyê Kir
.
A+A-
Heyeteke Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ku ji Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk, Cîhgirên Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay û Vahît Aba, endamê Komîteya Birevebir a Navendî ya PWKyê Mîrza Akar pêk hatî, roja 24.06.2024ê, li Amedê seredana civîna Grûba Vateyê kirin.
Grûba Vateyê, eve çend salin ku di derbarê zaravayê kirdkî/ zazakî ya kurdî de xebateke berfireh dike.
Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk, ji bo vê pêşewazîyê spasîya Grûba Vateyê kir û di vê xebata wan a hêja û pîroz de, piştgirîya PWKyê anî zimên û serkeftin ji Grûba Wateyê re xwest.
Grûba Vateyê jî ji ber vê seredanê spasîya heyeta PWKyê kirin.
24.06.2024
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin