Heyeta PWKyê Li Parîsê Beşdarî Bibîranîna Ahmet Kaya Bû

Heyeta PWKyê Li Parîsê Beşdarî Bibîranîna Ahmet Kaya Bû

.

A+A-

Heyeteke Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ku ji Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk, Serokê Meclîsa PWK Ewropayê Baran Boskan, endamên Meclîsa Partîyê ya PWKyê Ferhad Boskan, Îhsan Aydin, Serokê Komîteya Fransayê ya PWKyê Faysal Taşkiran, Rêvebirên Komîteya Fransayê ya PWKyê Nesrîn Ozbingol, Omer Xelîkan pêk hatibû, roja 16.11.2024ê, li Parîsê beşdarî bibîranîna hunermendê kurd Ahmet Kaya bû.

Bi minasebeta 24emîn salvegera koça dawî ya Ahmet Kaya, bi organîzasyona Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, li Goristana Père Lachaise, li ser mezelê Ahmet Kaya merasîmeke bibîranînê hate li dar xistin.

Di vê bibîranînê de, hevjîna Ahmet Kaya Gulten Kaya, Serokê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê Kendal Nezan û nûnerê Komelaya Çandî ya Ahmet Kaya di derbarê jîyan û xebatên Ahmet Kaya de axaftin.

Li ser daxwaza Serokê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê Kendal Nezan, Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk jî derbarê jîyan û xebatên Ahmet Kaya de kurte axaftinek kir. Mustafa Özçelik got ‘’Ahmet Kaya ji ber ku kurd bû rû bi rûyî êrşan hat û di hişyarîya ciwanan de bi muzîka xwe roleke gelek girîng lehîstîye’’.

Bibîranîn bi beşdarîya gelek kesayetên kurd û fransiz li dar ket.

Heyeta PWKyê desteyeke gul danîn ser gora Ahmet Kaya.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

whatsapp-image-2024-11-17-at-13-34-56-3.jpegwhatsapp-image-2024-11-17-at-13-34-56-2.jpegwhatsapp-image-2024-11-17-at-13-34-56-1.jpeg

whatsapp-image-2024-11-17-at-13-34-56.jpeg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin