Heyeta PWKyê Li Parîsê Seredana Nûneratîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Fransayê Kir
.
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk, Serokê Meclîsa PWK Ewropayê Baran Boskan, endamên Meclîsa PWKyê Ferhad Boskan, Îhsan Aydin, endamê Komîteya Fransayê ya PWKyê Omer Xelîkan wek heyeteke PWKyê, roja 18.11.2024ê, li Parîsê, seredana Nûneratîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Fransayê kirin.
Heyeta PWKyê, ji alîyê Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Fransayê Alî Dolemerî ve hate pêşewazî kirin.
Heyeta PWKyê ji ber vê pêşewazîyê spasîya Alî Dolemerî kir û di derbarê xebatên PWKyê yên li Kurdistanê, Tirkîyeyê û Ewropayê de agahdarî da û girîngîya xebatên li dîasporayê de anî zimên. Herweha ji ber xebatên Alî Dolemerî yên li Fransayê spasî û pîrozbahîya cenabê wî kir.
Alî Dolemerî jî ji bo vê seredanê spasîya heyeta PWKyê kir û di derbarê xebatên Nûneratîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Fransayê de agahdarî da.
Hevdîtina heyeta PWK û Alî Dolemerî di atmosfereke dostane de derbas bû.
18.11.2024
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin