Heyeta PWKyê  Li Parlamentoya Hollandayê Li Gel VVD (Partîya Gel a Azadî û Demokrasîyê) Hevdîtinek Pêk Anî

Heyeta PWKyê  Li Parlamentoya Hollandayê Li Gel VVD (Partîya Gel a Azadî û Demokrasîyê) Hevdîtinek Pêk Anî

.

A+A-

Heyeteke Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ku ji Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk, Serokê Meclîsa PWK Ewropayê Baran Boskan, endamê Meclîsa Partîyê ya PWKyê Ferhad Boskan pêk hatibû, roja 13.11.2024ê, li Parlamentoya Hollandayê li gel VVD (Partîya Gel a Azadî û Demokrasîyê) hevdîtinek pêk anî.

Eric van der Brug, Berdevkê Karên Derve yê VVDyê pêşewazîya heyeta PWKyê kir.

VVD duyemîn partîya  mezin a Hollandayê ye û nuha di Hikûmeta Hollandayê de şirîkê koalîsyonê ye.

VVD duyemîn partîya mezin a Hollandayê ye û nuha di Hikûmeta Hollandayê de şirîkê koalîsyonê ye.

Sîyasetmedar a kurd Dîlan Yeşîlgoz rêbera VVDyê ye.

Eric van der Brug di hikûmeta berê de,  Wezareta Edalet û Ewlekarîyê de berpirsê kar û barê penaberan bû.

Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk, ji ber vê pêşewazîyê spasîya Eric van der Brug û VVDyê  kir û di derbarê  barname, sîyaset û xebatên PWKyê agahdarî da.

Herweha Mustafa Ozçelîk  wek partîyeke yasayî girîngîya hebûn û rol a PWKyê ya di çareserîya sîyasî, demokratîk, aştîyane ya pirsa kurd û Kurdistanê de anî zimên û di derbarê doza girtinê ya li ser PWKyê de agahdarî da.

Mustafa Ozçelîk li ser rewşa giştî ya Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê de bîr û bawerîyên PWKyê û girîngîya pêk anîna daxwazên acîl ên miletê Kurd anî zimên.

Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk, di hevdîtinê de bal kişand ser girîngîya Hollandayê û dewletên Ewropayê ya di derbarê piştgirîya daxwazên milî, demokratîk ên miletê Kurd de.

Eric van der Brug, bi xêrhatina heyeta PWKyê kir û ji ber vê seredanê kêfxweşîya xwe anî zimên.

Eric van der Brug, di derbarê rewşa giştî ya Hollandayê  û pirsgirêka penaberan de agahdarî da û dîyar kir ku, ew li gel wê yekê ne hemû pirsgirêk bi rêyên dîyalogê û bi aştîyane bêne çareser kirin.

Herdu alîyan jî girîngîya berdewamîya têkilîyên PWK û VVDyê anîn zimên.

Hevdîtina heyeta PWKyê ya li gel  Eric van der Brug di  atmosfereke berhemdar de pêk hat.

13.11.2024

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

1-1-005.jpg1-1-005.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin