Heyeta PWKyê seredana cîhê tazîyeya qurbanîyên şewata Mêrdîn û Amedê kir

Heyeta PWKyê seredana cîhê tazîyeya qurbanîyên şewata Mêrdîn û Amedê kir

.

A+A-

Heyeta PWKyê ya ku ji Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk, Cîhgirên Serokê Giştî yê PWKyê M.Can Azbay, Bedran Acar, Vahît Aba û rêvebirên PWKyê yên ji Amed û Mêrdînê pêk hatibû, roja 23.06.2024ê, li gundê Kelekê yê li ser navçeya Şemrexê( Mazidax) beşdarî tazîyeya qurbanîyên şewatê bûn.

Li cîhê tazîyeyê, li ser navê heyeta PWKyê Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay, di derbarê vê felaketê de kurte axaftinek kir û sersaxî ji malbatên qurbanîyan û ji gelê me re xwest.

Malbatên qurbanîyên şewatê jî spasîya heyeta PWKyê kirin.

23.06.2024

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê ( PWK)

whatsapp-image-2024-06-23-at-15-10-49.jpegwhatsapp-image-2024-06-23-at-15-10-44.jpegwhatsapp-image-2024-06-23-at-15-10-46.jpegwhatsapp-image-2024-06-23-at-15-10-45.jpegwhatsapp-image-2024-06-23-at-15-10-48.jpegwhatsapp-image-2024-06-23-at-15-10-48-1.jpegwhatsapp-image-2024-06-23-at-15-10-46-2.jpegwhatsapp-image-2024-06-23-at-15-10-50.jpegwhatsapp-image-2024-06-23-at-15-10-49-1.jpeg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin