Heyeteke HAK-PARê li Amedê seredana PAKê kir
.
Roja 05.06.2022yêli Amedê heyeteke HAK-PARê seredana Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) kir.
Heyeta HAK-PARê ji Cîhgirên Serokê Giştî yê HAK-PARê Davut Bîlinmîş û M.Şah Eren û endamê Meclîsa HAK-PARê Mahmût Erten pêkhatibû.
Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Vahît Aba, Berdevkê PAKê Hanîfî Tûran, endamên Meclîsa PAKê Salîh Kaplan, Husnu Onuk û rêvebirê PAKê yê Amedê Îsmaîl Edîş pêşewazîya heyeta HAK-PARê kir.
Heyeta PAKê bixêrhatina heyeta HAK-PARê kir û serkeftin ji Serok û Meclîsa Nû ya HAK-PARê re xwest.
Heyeta HAK-PARê jî ji bo vê pêşewazîyê spasîya heyeta PAKê kir.
Di hevdîtinê dali ser rewşa Kurdistanê û Tirkîyeyê, li ser peywendîyên herdu partîyan û peywendîyên di navbera hêzên neteweyî da heyetên PAK û HAK-PARê bîr û rayên xwe bi hevdu re parve kirin.
Heyetên PAK û HAK-PARê girîngîya peywendîyên herdu partîyan anîn ziman.
05.06.2022
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin