Heyeteke PAKê Li Amedê Seredana Partîya Însan û Azadîyê Kir
.
A+A-
Heyeteke PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê) ya ku ji Cîhgirên Serokê Giştî yê PAKê Nurullah Timur û Vahit Aba, Berdevkê PAKê Hanifi Turan, endamên Meclîsa Partîyê ya PAKê Husnu Onuk, Talîp Sena, rêvebirê Teşkîlata Amedê ya PAKê İsmail Ediş pêk hatî , roja 16.11.2021ê seredana Teşkîlata Amedê ya Partîya Însan û Azadîyê(PİA) kir.
Cîhgirên Serokê Giştî yê PİA yê Ahmet Kaya ve Sedat Dogan û revebirên Teşkîlata Amedê ya PİAyê pêşewazîya heyeta PAKê kirin.
Heyeta PAKê û ya Partîya Însan û Azadîyê di derbarê rewşa Kurdistanê û peywendîyên hêzên sîyasî yên kurdan de bîr û rayên xwe bi hev re parve kirin.
Hevdîtina heyeta PAKê û ya PİA (Partîya Însan û Azadîyê) di atmosfereke erênî û germ de derbas bû.
16.11.2021
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin