Heyeteke PWKyê Li Brukselê Seredana Nûneratîya Ewropayê ya Rêvebirîya Xweser Kir

Heyeteke PWKyê Li Brukselê Seredana Nûneratîya Ewropayê ya Rêvebirîya Xweser Kir

.

A+A-

Heyeteke Partîya Welatparêzên Kurdîstanê (PWK) ya Ewropayê, roja 01.02.2025ê li Brukselê seredana Nûneratîya Ewropayê  ya Rêvebirîya Xweser kir.

Heyeta PWK Avrupayê, ji Serokê Meclîsa PWK Ewropayê Merd Baran Boskan, endamê Meclîsa Partîyê ya PWKyê Îhsan Aydin, endamê Meclîsa PWK Ewropayê Faysal Taşkiran û nûnerê PWKyê yê Belçîkayê Ahmed Alan pêk hatibû.

Heyet PWKyê ji alîyê Berpirsîyarê Karên Derva yê Rêvebirîya Xweser Abdulkerim OMER, Berpirsa PYDyê ya Avrupayê Mizgîn EHMED, Berpisê Rêvebirîya Xweser yê Lubnanê Ebulselam EHMED ve hate pêşewazî kirin.

Heyeta Rêvebirîya Xweser ji ber vê serdanê spasîya heyeta PWKyê kir.

Heyeta PWKyê jî ji ber vê pêşewazîyê spasîya heyeta Rêvebirîya Xweser kir.

Serokê Meclîsa PWK Ewropayê Merd Baran Boskan, bi kurtayî armanca vê serdanê anî zimên û di derheqê damezrandina PWKyê, armanc, kar û xebatên PWK ên li Bakurê Kurdîstanê, Tirkîyeyê û Ewropayê de agahdarî da.

Merd Baran Boskan, piştgirîya PWKyê ji bo bidestxistina mafên neteweyî, demokratîk û statuyeke sîyasî, cografî, milî ya miletê Kurd li Rojavayê Kurdîstanê dîyar kir.

Herweha Merd Baran Boskan, dîyalog û hemahengîya di nav hemû partî û hêzên Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê, pêwîst û gring nirxand û piştevanîya PWKyê ji bo hevkarî û tifaqa wan anî zimên.

Merd Baran Boskan, di vê derbarê de bal kişand girîngîya hevdîtina Rêzdar Serok Mesûd Barzanî û Rêzdar Fermandarê Giştî yê HSDyê Rêzdar Mazlûm Ebdî û got ‘’Divê hemû alîyên kurdî piştgirîya naverok û armanca vê hevdîtinê bikin’’.

Merd Baran Boskan, dîyar kir ku, ‘’İro wazifeyeke neteweyî, dîrokî li ser mile hemû partîyên kurdan ên Rojavayê Kurdistanê ye ku bi bernameyeke neteweyî, bi yekrêzî, weke alîyên kurdan bi heyeteke hevbeş mixatabê Rêvebirîya Şamê û hemû alîyên peywendîdar bin’’.

Serokê heyeta Rêvebiriya Xweser Abdullkerîm OMER jî, li ser qeyranên li Rojhelata Navin rûdidin û bi taybetî jî li ser rewşa Surîyê û Rojavayê Kurdîstanê agahî û nêrînên xwe anî zimên.

Abdullkerîm OMER got: "Wekî Rêvebiriya Xweser, em destkeftin û statuya defakto ya nuha ku, XWESERÎYA DEMOKRATÎK û ARTÊŞê li xwe digre, em weke xeta xwe ya sor dihesibînin. Divê mafên gelê Kurd di Makezagona Surîyeyeke Federal/Otonom ya nuh de bêne bicîhkirin..."

Herdu heyetan li ser qeyran, derfet û rîskên ku li Sûrîye û Rojavayê Kurdîstanê tên çaverêkirin, nêrîn û pêşbinîyên xwe anîn ziman; pêwîstî û grîngîya yekrêzîya nav mala Kurd bi yek helwestê tekez kirin.

Herdu heyetan jî grîngî û pêwîstîya dialog, piştgirî, hevkarî, dan û sitendin û hevrêzîya di navbera kurdên her çar perçeyên Kurdistanê de anîn zimên.

Hevdîtina heyeta PWKyê û heyeta Rêvebirîya Xweser di atmosfereke germ, erênî û berhemdar de derbas bû.

Herdu heyetan jî ji bo vê hevdîtinê kêfxweşîyên xwe û daxwaz û girîngîya ji bo berdewamîya van dîyalog, hevdîtin û peywendîyên herdu alîyan anîn zimên.

02.02.2025

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin