Heyetên Hevbeş ên PAK, PSK, TDK-TEVGERê  bi   KKP, PİA, PDKT, PDK-Platform û  HAK-PARê re hevdîtin pêk anîn

Heyetên Hevbeş ên PAK, PSK, TDK-TEVGERê  bi   KKP, PİA, PDKT, PDK-Platform û  HAK-PARê re hevdîtin pêk anîn

.

A+A-

Heyetên hevbeş yên PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê), PSK(Partîya Sosyalîst a Kurdistanê), TDK-TEVGERê(Tevgera Demokratîk a Kurdistanê), bi armanca ava kirina  TEREFÊ KURDÎ xebat û hevdîtinên xwe didomînin.

Li gorî ahagdarîyên ku gihîştine Rûpela nû, heyeteke ku  ji Serokê Giştî yê PSKyê Mesûd Tek,  Berpirsê TDK-TEVGERê Yûsûf Aydin, Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Vahît Aba  û Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel, pêk hatî, roja 15.03.2022yê  seredana KKP(Partîya Komunîst a Kurdistanê) kir.

2-263.jpg

Serokê Giştî yê KKPyê Sînana Çîftyurek û rêvebirên KKPyê pêşewazîya heyeta hevbeş a PAK, PSK, TDK-TEVGERê kirin.

Serokê Giştî yê PSKyê Mesûd Tek,  Berdevkê  PAKê Hanîfî Tûran, Berpirsê TDK-TEVGERê Yûsûf Aydin roja 16.03.2022yê seredena PÎAyê(Partîya Însan û Azadî) kirin.

Cîhgirên Serokê Giştî yê PÎAyê Ahmet kaya û Sedat Dogan û rêvebirê PÎAyê Feyzî Alkan pêşewazîya heyeta hevbeş a PAK, PSK, TDK-TEVGERê kirin.

Serokê Giştî yê PSKyê Mesûd Tek,  Berdevkê  PAKê Hanîfî Tûran, Berpirsê TDK-TEVGERê Yûsûf Aydin roja 17.03.2022yê seredena PDK Platform(Platforma  Demokratên  Kurdistanê) kirin.

3-250.jpg

Serokê Giştî yê PDKTyê M. Emîn Kardaş û rêvebirên PDKTyê pêşewazîya heyeta hevbeş a PAK, PSK, TDK-TEVGERê kirin.

Serokê  PDK Platformê Sertaç Bûcak û rêvebirên PDK Platformê pêşewazîya heyeta hevbeş a PAK, PSK, TDK-TEVGERê kirin.

Serokê Giştî yê PSKyê Mesûd Tek,  Berdevkê  PAKê Hanîfî Tûran, Berpirsê TDK-TEVGERê Îsmaîl  Ay û endamê Meclîsa PSKyê Zulkuf Baran roja 18.03.2022yê seredena HAK-PARê(Partîya Maf û Azadîyan) kirin.

1-235.jpg

Cîhgirên Serokê Giştî yê HAK-PARê Abdûllah Çelebî û Paşa Akdogan û rêvebirên HAK-PARê pêşewazîya heyeta hevbeş a PAK, PSK, TDK-TEVGERê kirin.

Di derbarê van hevdîtinan de Berdevkê  PAKê Hanîfî Tûran hinek agahdarî da Rûpela Nû.

Berdevkê  PAKê Hanîfî Tûran dibêje ‘’Me wek heyetên PAK, PSK, TDK-TEVGERê di van hevdîtinan de ,  pêşniyarîyên xwe yên nivîskî yên di derbarê Bernameya  Daxwazên Acîl yên miletê Kurd de pêşkêşî KKP, PİA, PDK-T, PDK-Platform û  HAK-PARê kirin. Me ji van partîyan re got ’Em dixwazin pêşniyarîyên we jî di derbarê naveroka van daxwazên acîl de bigirin û em bi hevdu re,  li ser van daxwazên acîl,  bi şêweyên aştîyane, bi potansîyela herî berfireh a Kurdan TEREFÊ KURDΠ ava bikin. Piştî ku  TEREFÊ KURDΠ hate ava kirin, em dixwazin li ser van daxwazên acîl, bi hemû alîyên Tirkîyeyî re jî  dîyalogan  destpê  bikin,  hevkarîyan bikin’’.

Di derbarê helwesta KKP, PİA, PDK-T, PDK-Platform û  HAK-PARê ya ji bo pêşniyarîyên PAK, PSK, TDK-TEVGERê de jî Hanîfî Tûran got ‘’Hemû partîyên ku me seredana wan kirin bi awayekî germ pêşewazîya heyetên me yên hevbeş kirin. Rêvebirên KKP, PİA, PDK-T, PDK-Platform û HAK-PARê di van hevdîtinan de gotin ‘emê van pêşniyarîyên we di  Navenda Giştî ya partîya xwe de binirxînin û emê  paşê bîr û rayên xwe bi we re parve bikin’. Me jî wek heyetên hevbeş , ji ber pêşewazî kirina wan, me spasîya hemû van partîyan kir’’.

Herweha Hanîfî Tûran got ‘’Hevdîtinên PAK, PSK, TDK-TEVGERê yên bi vê armancê dê li gel dezgehên sivîl û dezgehên meslekî, kesayetên kurd û partî û tevgerên Kurd û Kurdistanî dê li gelek bajarên Kurdistanê û Tirkîyeyê berdewam bin. Piştî van hevdîtinan emê encamên van hevdîtinan binirxînin û li gorî wê emê nexşerêyeke nû bidin ber xwe’’.

Rûpela Nû/Amed

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin