Heyetên PAK û PSKê li Stenbolê civiyan
.
Di 6ê Adara 2022yê de li Stenbolê, heyetên PAK û PSKyê li avahîya PAKê civîyan.
Heyeta PSKyê, ku ji endamê meclisa PSKyê Bahatîn TÛRAN û Serokê Şaxa Stenbolê Mansûr KARA pêk hatibû seredana PAKê kirin.
Heyeta PSKyê ji alîyê Cîhgirê Serokê Gîştîyê PAKê Kasim ERGUN, endamê meclîsa PAKê Abid BAYRAM Û endamê PAKê Tahsîn ÛÇAR ve hat pêşawazî kirin.
Piştî sobet û danûstandinên di derbarê kar û barên daxwazên acîl yên Netewa Kurd de, pêwistî pê dîtin ku komîsîyonekê damezirînin.
PAK, PSK û TDK-TEVGER ji bo danasîna Daxwazên Acîl yên miletê Kurd û wergirtina bîr û ray û pêşniyarên Partî, sazîyên sivîl û rûsipîyan xebatek destpê kirine.
Li Stenbolê jî dê ev heyeta ku ji PSK û PAKê pêkhatîye, li ser navê PAK, PSK û TDK-TEVGERê, bi heman armancê ji bo nasandina Daxwazên Acîl û wergirtina bîr û ray û pêşniyarîyên partî, sazîyên sivîl û rûsipîyên Kurdan dê seredanan pêkbînin..
Civîna li Stenbolê bi aheng û awayekî berhemdar bi dawî hat.
RN/Stenbol
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin