Hêzên Almanyayê dê saleke din li Iraqê û Herêma Kurdistanê bimînin

Hêzên Almanyayê dê saleke din li Iraqê û Herêma Kurdistanê bimînin

.

A+A-

 Parlamentoya Almanyayê ji bo dirêjkirina erkên xwe leşkerî yên li Iraq û Herêma Kurdistanê heta meha Cotmeha 2023an bi belê deng dan.

Li gorî biryara Parlamentoya Almanyayê, hêzên Almanyayê dê li Herêma Kurdistanê û Iraqê bimînin û li ser perwerdekirina hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê berdewam bin. Parlamenterekî Partiya Sosyal Demokrat ji Rûdawê re ragihand, Hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê rûbirûyê pirsgirêkeke mezin in.

Parlamentoya Federal a Almanyayê lîsteyek dirêj a mijaran nîqaş dike ku yek ji wan jî cîgirê serokê parlamentoyê ye.

Cîgirê Serokê Parlamentoya Federal a Almanyayê Katrin Goring-Eckardt got, “Niha ez daxwaza xala 28an a ajandeya civînê dikim. Ev yek girêdayî gotûbêjkirina projebiryara Komîteya Derve ya li ser daxwaza Hikûmeta Federal e ku ji bo berdewamkirina erkê hêzên çekdar ên Almanyayê ji bo aramî, ewlekarî û nehîştina bihêzbûna DAIŞê û piştevaniya lihevhatina li Iraqê. Derbarê vê projebiryarê de em ê paşê deng bidin.”

Parlamenteran li ser rewşa Herêma Kurdistanê û Iraqê gotûbêjeke germ kirin.

Parlamentera fraksiyona Partiya Sosyal Demokrat Dr. Nils Schmidt anî ziman, “Rêveberiya herêmî ya li Bakurê Iraqê li Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Bexdayê di tengasiyeke mezin de ye. Di salên dawî de li Iraqê bikaranîna hêzên ewlekariyê û xurtkirina hêzên ewlekariyê dest pê kir. Niha dema avêtina gava din e. Saziyên sivîl ên dewletê ji nû ve bên avakirin û xurtkirin. Divê dewleta asayîşê bibe dewleteke sivîl. Pêwîst e Pêşmergeyên li bakurê Iraqê bên birêvebirin û wezaret di îdareya dewletê de be; gendelî pirsgirêkeke gelekî mezin e li tevahiya Iraqê.  Ji ber vê yekê divê xurtkirina rêveberiya sivîl, serbixwebûna dadgehan û xurtkirina zelaliyê di nava saziyên giştî de di çarçoveya erkan de were destekkirin.”

Parlamentereka navdar a partiya herî mezin a opozîsyonê rexne li partiyên hevpeymaniyê di hikûmeta federal de kir ku siyaseteke zelal li hember Iraqê nîne, tevî ku fraksiyona wê pêştir gotibû ku ew dê deng bidin daxwaza hikûmetê.

Parlamentera fraksiyona Krîstiyan Demokratan Dr. Norbert Rottgen got, “Ez gihîştim wê encamê ku ti berdevkên fraksiyonên hevpeymaniyên hikûmetê bersiv nedane vê rexneya li ser naverokê ku di siyaseta derve ya Almanyayê de stratejî nîne. Bi yek gotinê bersiv nedan. Li ser vê yekê tiştek nehate gotin. Û ev yek encameke dramatîk e ji ber ku aramiya Iraqê bingeheke pêwîst e ji bo aramiya tevahiya herêmê.”

Serokê Komîteya Berevaniyê ya Parlamentoya Almanyayê ji Rûdawê re ragihand, cîhana rojava piştgiriya wan welatên ku li dijî DAIŞê şer dikin dike.

Serokê Komîteya Berevaniyê ya Parlamentoya Almanyayê Dr. Marie Agnes Strack Zimmermann jî li ser mayîna hêzên Almanyayê li Herêma Kurdistanê got, “Destpêkê ev erkeke girîng e, Cîhana rojava bi yên li dijî DAIŞê şer dikin re ye. Ji me re hat îsbatkirin ku di dema Korona de hejmareke zêde leşker nikarin çalak bibin û DAIŞ zêdetir belav bûye. Em di wê baweriyê de ne ku ev erk dê di nava NATO û çarçoveya navdewletî de dewam bike. Iraqê bi xwe daxwaz ji me kiriye û  ji xwe em ne li wir in. Di mijara Kurdistanê û Kurdan de ku li dijî DAIŞê bi rengekî serketî şer kirin, dewamkirina vê erkê guncaw e.”

Ji 644 parlementerên ku di civînê de amade bûn û dengê xwe dan, 535 parlementeran dengê erê û 104 parlementeran dengê na dan. Bi vê yekê jî artêşa Almanyayê dikarin heta 31ê Cotmeha 2023an li Herêma Kurdistanê û Iraqê bimînin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin