Hêzên Amerîkayê yên li Iraqê ketin rewşa amadebaşiyê

Hêzên Amerîkayê yên li Iraqê ketin rewşa amadebaşiyê

.

A+A-

Jêderên ewlehiyê gotin, sedema rewşa amadebaşiyê ya hêzên Amerîkayê li Iraqê, egera êrişên komên çekdar ên nêzîkî Îranê ye ku ew Amerîkayê wek piştevanê sereke yê Îsraîlê dibînin.

Ji aliyê din ve, du jêderên payebilind ên Amerîkî ji Reutersê re gotin: “Amerîka hêzên xwe li seranserê Rojhilata Navîn xistine rewşa amadebaşiyê û hişyarî daye ku her kesê êrîşî hêzên wê bike, dê berdêlên giran bide.”

Ev yek piştî wê tê, Îsraîlê êrîşên xwe li ser Hizbullaha Libnanê tund kiriye û biryare parlamentoya Iraqê îro 28ê Îlonê jî derbarê rewşa Libnanê bicive.

Her li ser aloziya li Libnanê, Iraq Airways duhî 27ê Îlonê hemû geştên xwe yên asmanî bo Lubnanê rawestandin.

Ji roja Duşemê ve di êrîşên asmanî yên Îsraîlê li başûr û rojhilatê Libnanê de, zêdeyî 500 kesan hatin kuştin û nêzî 1700 kes jî birîndar bûne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin