'Hêzên Iraqê û YBŞê li Şingalê hatin bicihkirin'

'Hêzên Iraqê û YBŞê li Şingalê hatin bicihkirin'

Hat ragihandin ku hêzên PKKê ji Şingalê vekişiyane û li şûna wan hêzên Iraqê û Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) li wir hatine bicihkirin.

A+A-

Li gorî agahiyên Rûdawê rêveberê nahiyeya Sinûnê Xwedêda Cokî diyar kir ku endamên PKKê ji Şingalê hatine vekişîn û li şûna hêzên artêşa Iraqê û Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) hatin bicihkirin.

 

Cokî anî ziman ku îro hemû hêzên PKKê ji Şingalê vekişiyane û û got, "Niha li wir tenê hêzên artêşa Iraqê û Yekîneyên Berxwedana Şingalê li wir hene, ku hejmara wan bi qasî hezar kesî ye."

Hêjayî gotinê ye ku PKKê li ser daxuyaniyên dewleta tirk yên ji bo êrîşkirina ser Efrînê di 23yê Adarê de biryar dabû ku hêzên xwe yên li Şingalê vekişîne. Herwisa Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan jî îro ji bo destpêkirina êrîşên ser Şingalê ferman dabû artêşa tirk.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin