Hêzên Îtalî ji nû ve dest bi perwerdekirina hêzên Pêşmerge dikin
.
A+A-
Fermandarê hêzên Îtalî serdana Wezareta Pêşmerge kir.
Li gor zanyariyan, Fermandarê Giştî yê Hêzên Îtalî li Herêma Kurdistanê Jeneral Daniel serdana Wezareta Pêşmerge kir û bi rayedarên wezaretê re civiya.
Hat zanîn, di civînê de giftûgo li ser gef û metirsiyên DAIŞê hevdem nîqaş li ser hevkarî û piştîvaniyên hêzên Îtalî yên ji bo hêzên Pêşmerge kirin û Fermandarê hêzên Îtalî li Herêma Kurdistanê da zanîn, hêzên Îtalî ji nû ve dest bi perwerdekirina hêzên Pêşmerge dikin û piştîvaniyên Îtaliyayê yên ji bo hêzên Pêşmerge berdewam dibin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin