Hêzên Rûsya gehiştin Seraqib li nêzîk Îdlibê
Navenda Rusya bo Aştîyê li Sûrîya ragehand, Rûsya plîsên serbazîyên xwe li devera Seraqib li başûrê Îdlibê belav kirîne.
A+A-
Navenda Nûçeyan - Wê navendê ragehand jî, armanc ji wê pêngava Rûsya dabînkirina asayîşa rê ya nêvdewletî ya M4 û M5 e.
Berê jî, artêşa Sûrîya ragehandibû, ku wan bajarê Serqib a stratîcî li derdora Îdlibê bi temamî kontirol kirîye.
Di çend rojên burî de, hêzên Sûrîya û xalên çavdêrîyê yên Tirkîyê li sinûrê parêzgeha Îdlibê rûbirûyê hevdû bibûn û bi sedema wê yekê jî hejmareka serbazên Tirkîyê hatin kuştin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin