Hêzên Supaya Pasdaran ji gundekî Rojhilat dernakevin
.
Hêzên Supaya Pasdaran ku ji roja 21ê Adarê ve ji bo rêlibergirtina ahenga Newrozê li mizgefta gundê Nê yê Merîwana Rojhilatê Kurdistanê bicih bûne, hîn jî derneketine.
Li gor zanyariyên Rûdawê ku ji rûniştvanên gundê Nê wergirtine, hêzên Supaya Pasdaran li mizgefta mezin a gund bicih bûne û bi şev û roj çavdêriya gund dikin, taybet jî çavdêriya meydana sereke ya gund dikin ku aheng lê tên sazkirin.
Hejmareke hêzên Supaya Pasdaran jî li mizgefteke din a gund bicih bûne, rûniştvanekî gund jî ji Rûdawê re ragihand, ji ber hebûna wan hêzan ev çend roj e xelk nikare biçe mizgeftê.
Biryar bû, roja Duşemê piştî nîvro, li gundê Nê yê Merîwanê ahenga Newrozê bê sazkirin, lê hêzên Îranê ketin nav gund û rê nedan şahiya Newrozê birêve biçe.
Li gor zanyariyên Rûdawê, ji 2 hefteyên berî Newrozê ve, îdareya Îtla'ata Merîwanê, rojane hejmareke rûniştvanên gundê Nê bang kirine û belge bi wan dane îmzekirin ku beşdarî ahenga Newrozê nebin, lê tevî wê jî rûniştvanên gund biryar dabûn agir vêxin û cejna Newrozê pîroz bikin.
Ahenga Newrozê ya li gundê Nê binavûbang e. Salên derbasbûyî di merasîmên Newrozê yên wî gundî de, ala Kurdistanê dihat bilindkirin û sirûda niştimanî dihat gotin.
Rûniştvanên gundê Nê ji Rûdawê re ragihandin, roja Duşemê, piştî ku rêgirî li birêveçûna ahenga Newrozê hat kirin, hêzên Îranê êriş birin ser hejmareke ciwanên gund ku rijd bûn li ser sazkirina ahenga Newrozê. Her li gor zanyariyan, di encama wê êrişa hêzên Îranê de hejmarek kes birîndar bûn.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin