Hêzên Sûriyê û HSDê hevbendiya xwe zêde dikin

Hêzên Sûriyê û HSDê hevbendiya xwe zêde dikin

.

A+A-

Çavkaniyeke nêzîkî Rêveberiya Xweser ji navçeya Til Rifatê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, Hêzên hikûmeta Sûriyê û hêzên Kurdî, bi cilûbergên artêşa Sûriyê û li bin alaya Sûriyê li navçeyên rêbend, xalên kontrolê û dewriyeyên hevbeş birêve dibin. Heman çavkaniyê red kir ku ti kes an ti hêz ji navçeya Til Rifetê derketibin, lê tekez kir ku topbarana hêzên Tirkiyê bo ser gundewarên Til Rifetê zêde bûye.

Îro, li Enqerê jî, Wezîrên Derve yên Rûsya û Tirkiyê li Enqerê rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin.

Piştî civînê, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu, ragihand ku wî ligel hevtayê xwe yê Rûsî behsa cîbicîkirina rêkeftinên cotmeha 2019 kiriye.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu got "Ji aliyê din li bakurê Sûriyê gefên PKK û YPG li ser welatên me zêde dibin, pêwîste em li hember wan gefan tedbîran werbigrin, berî niha di cotmeha 2019ê bi Amerîka û Rûsyayê re rêkeftin hebûn, me behsa cîbicîkirina wan rêkeftinan kir, me tekez kir li ser parastina yekîtiya xaka Sûriyê û em li vir jî careke din tekez li ser vê dikin û nabe rê bi ajendaya rêxistinên cûdaxwaz bê kirin. " 

Derbarê vê civînê de, siyasetmedarê Kurd Dr. Welîd Şêxo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, Egera bazarekê di navbera Rûsya û Tirkiyê de li ser hesabê Rojavayê Kurdistanê heye.

Siyasetmedar Dr. Welîd Şêxo dibêje “Bi rastî gelek metirsî ji van hevdîtinan hene. Ez ti carî dûr nabînim Tirkiye û Rûsya li ser xaba Kurdistanê bazarê bikin û Tirkiye deverên nû bidestên xwe bixe. Bi taybetî ku ew hewl dide milyon û nîv nişteciyan li wan erdan bihewîne.”

Di dîmenên herî nû yên grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê de xuya dikin ku xwe ji êrîşa bo ser Til Rifetê amade kirine û li bendî fermana Tirkiyê bi destpêkirina êrîşê ne.

Çavkaniyên ser bi opozisyona Sûriyê radigihînin ku ew ji bo operasyonekê bo ser her yek ji Til Rifat, Minbic û Kobanî amade ne, lê ew li bendî fermana Tirkiyê ne.

Çavdêrên siyasî jî tekez dikin ku ji bo encamdana operasyoneke nû, Tirkiyê li bendî glopa kesk ji Rûsya û Amerîkayê ye.

Rudaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin