Hêzên Tirk jî Rejîma Sûriyê jî ber bi Minbicê ve diçin!
Li gor medya Tirkiyê, komên bi Tirkiyê re kar dikin, ber bi eniyên şer ên Minbicê ve pêşve diçin. Li aliyekî din konvoya leşkerî ya rejîmê bo hinek gundên Munbicê, alavên leşkerî û cepxane sewq dike.
Hat diyarkirin ku ew hêzên bi piştevaniya artêşa tirk amadekariya operasyonê dikin, li bendê ne ku bi kordînasyona Amerîka-Tirkiye leşkerên Amerîkî ji Minbicê vekişin daku operasyonê bidin destpêkirin.
Medya Tirk îdia dike ku piştî hevdîtina Trump-Erdogan veguhestina hêzên artêşa Tirk bo herêmê zêde bûye û glopa kesk bo operasyona ser Hêzên Suriya Demokratîk (HSD) li Minbic û Rojhilatê Firatê hatiye vêxistin.
Li aliyekî din, çapemeniya Tirkiyê ragihandine ku çend roj berê di navbera PKKê û rejîma Sûriyê de li Qamişlo civînek çêbûye û di civînê de PKK ji rejîma Esed alîkarî xwestiye. Ev daxwaz piştî ku Amerîka biryara vekişîna ji Sûriyê daye û Tirkiye jî gef û gura li PKK ê dixwe, PKK soz daye ku wê Munbicê teslîmê hêzên rejîmê bike.
Niha konvoya leşkerî ya rejîmê bo hinek gundên Munbicê, alavên leşkerî û cepxane sewq dike. Li gor peymana navbera her dû aliyan wê PKK Munbicê bide rejîmê û rejîm jî wê piştgiriya PKK ê bike. Piştî hevdîtinê şeva borî hêzên rejîmê bo hêzên xwe yên li Humusê, Şam û der û dora Idlibê re got ku bo destekê amadebin da herin Munbicê.
Herwiha hate gotin ku piştî Artêşa Azad a Sûriyê (ÖSO) hêzên xwe li Minbicê zêde kir Hêz^n Sûriya Demoratîk jî li herêmê hêzên xwe zêde kiriye. Herwiha bo alîkariya HSDê bikin, leşkerên Fransî jî li Minbicê ne û ji aliyê xelkê Minbicê ve bi kêfxweşî hatine pêşwazîkirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin