Hêzên Tirkiyê xaleke çavdêriyê li Hemayê ava dikin
.
A+A-
Hat diyarkirin ku li ser girê gundê Qerqûr li deşta Xabê ya rojavayê Hema ya Sûriyê, hêzên Tirkiye dest bi avakirina xaleke çavdêriyê kirine.
Li gor çavkaniyên opozisyona Sûriyê, ev demeke hêzên Tirkiyê dest bi avakirina xaleke çavdêriyê li ser girê gundê Qerqûr li deşta Xabê ya rojavayê Hema ya Sûriyê kirine.
Li gor heman çavkaniyê xala nû ya hêzên Tirkiye 3 kîlometre dûrî Rêya M4 a navdewletî hatiye avakirin ku Heleb-Idlib û Laziqiyê bi hev girê dide, tê çavrêkirin roja 7ê Hezîranê jî têkeve warê bikaranînê.
Ji dema Tirkiye derbasî nav axa Sûriyê bûye, 60 binke û xalên leşkerî li parêzgehên Idlib, Heleb, Hema û Laziqiyê ava kirine.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin