HEZKURD: Heya ku Kurdî bibe zimanê perwerdê kampanya dê berdewam be
.
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê Duşemba bê 7ê Sibatê dema hilbijartina dersa Kurdî di çarçoveya destnîşankirina dersa bijarte de bi dawî dibe. Berdevkê Hereketa Zimanê Kurdî (HezKurd) dibêje, kampanya wan berdewam dibe heta zimanê Kurdî dibe zimanê perwerdeyê.
Proseya xwe tomarkirinê bo dersa bijarde ya Kurdî berdewam e û wê heya 6 rojên din jî berdewam be. Kampîna ji bo dersa bijarde jî berfirehtir dibe. Cêwaziya kampîna îsal a li gel salên derbasbûyî ew bûye ku ji tevahiya aliyên siyasî, civakî, hunerî û medyayî piştevaniya kampîna îsal hatiye kirin û li gorî salên derbasbûyî hejmara zarokên xwe ku navên xwe tomar kirine jî zêde bûye û di heman demê de rêjeya kursên zimanê Kurdî jî bilind bûye.
Berdevkê HezKurdê Barij Celalî diyar kir ku kampanya wan berdewam dibe heta wê dema li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê zimanê Kurdî dibe zimanê perwerdeyê.
Ji sala 2012ê ve li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zimanê Kurdî wek dersa bijarte li dibistanan tê xwendin, lê ji ber sedemên cuda bi fermî jî nebe di pratîkê de pêvajo rawestiya ye.
Berdevkê HezKurdê Barij Celalî derbarê mijarê de rexneyan li siyaseta Kurdî digire ku ew derfet bikar neanîne.
Li gor sîstema xwendina dersa bijarte, eger 10 xwendekar daxwaza xwendinê bi her zimanekî bijarte bikin, poleke taybet bo wan tê vekirin û heftane 2 demjimêr dersa Kurdî werdigrin. Tê çaverêkirin ku zêdebûna xwesteka li ser hilbijartina dersa zimanê Kurdî rê li ber damezrandina mamostayên zimanê Kurdî veke.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin