HEZKURDê li Amedê seredana PAKê kir

HEZKURDê li Amedê seredana PAKê kir

.

A+A-

Şandeke HEZKURDê ku ji Berdevkê Hezkurdê Barij Celalî, Berpirsê Peywendîyên Dîplomasîyê Fetullah Elçî û Berpirsa Ciwanan Bişeng Ala pêkhatî, roja 14.04.2022yê li Amedê seredana PAKê ( Partîya Azadîya Kurdistanê) kirin.

Şanda Hezkurdê ji aliyê Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê Vahit Aba, endamê Komîteya Bireber a PAKê Mîrza Akar û Berdevkê PAKê Hanîfî Tûran ve hat pêşewazî kirin.

Berdevkê HEZKURDÊ Barij Celalî mebesta seredana xwe wiha anî ziman: ‘’Em ji nêzîk ve karên PAKê yên di derbarê zimanê Kurdî de dişopînin û teqdîr dikin û herwiha, em hatin ji bo van karên we yên pîroz sipasîyên xwe pêşkêşî PAKê bikin’’.

Di berdewamîya axaftina xwe de Barij Celalî behsa kar û xebatên û projeyên HEZKURDÊ yên ji bo zimanê kurdî kir.

Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê Vahît Aba jî di derbarê kar û xebatên PAKê de agahdarî dan şanda HEZKURDê. Bi taybetî jî, bahsa karên PAKê yên di derbarê perwerdeya zimanê Kurdî ya bijarte de kir.

Berdevkê PAKê Hanîfî Tûran jî, di derbarê giringîya zanîn û perwerdeya zimanê Kurdî de axifî. Û ew jî ji alîyê xwe ve, ji destpêka damezrandina PAKê heta nuha helwest û karên PAK yên di vî warî de anî ziman.

Sohbeta herdû alîyan bi awayekî germ û daxwaza berdewamîya van hevdîtinan bidawî hat.

14.04.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

hez.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin