Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Em ê hemû hewlên xwe bidin ji bo zilm li milletê kurd neyê kirin
.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser derbaskirina yasaya darayî ya Iraqê daxuyaniyek da û ragihand ku Herêma Kurdistanê pabendiyên xwe yên destûrî cîbicî kirine. Herwiha nîgeranî û nerazîbûna xwe li hember derbaskirina wê yasayê nîşan da.
Îro danê sibê Perlamentoya Iraqê ji bo dengdana li ser projeya yasaya wergirtina qerzan kom bû. Lê nûnerên Kurd ji ber zêdekirina hin madeyên dijî hikûmetê û karmendên Herêma Kurdistanê, beşdarî civînê nebûn.
Her çend nûnerên Kurd beşdarî vê rûniştinê nebûn jî, Perlamena Iraqê deng li ser vê yasayê da.
Gelek Şîe û Sunne di Perlemena Iraqê de li dijî Kurdan bûne yek û di nava vê projeyasayê de daxwaz kirin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevahiya dahatên petrolê û yên din radestî Bexdayê bike, Piştre pereyên xwe bistîne. Ev jî berûvajî rêkeftina berê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye kirin
Daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê wiha ye:
Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevî destxweşî li nûnerên Herêma Kurdistanê yên li Parlementoya Iraqê dike, ku helwesteke yekbûyî li hember derbaskirina yasaya tijîkirina kurtanîna darayî nîşan dide, ku îro li Parlementoya Iraqê bi piraniya dengan û bêyî guhdana li prensîpa lihevkirin û liberçavgirtina nîgeraniyên gelê Kurdistanê, deng dan. Di heman demê xwe nîgeranî û nerazîbûna xwe li hember derbaskirina vê yasayê nîşan dide.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê, berdewam û her dem, ji bo çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha destûrê amadebûna xwe nîşan daye. Piştî desbikarkirina kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî, çendîn car niyetpakiya xwe nîşan daye û serdana Bexdayê kiriye û çendîn hevfêmkirin û rêkeftin di navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federalî de hatine pêkanîn û Hikûmeta Herêmê, her dem pabendiyên xwe yên destûrî li hember dabînkirina maf û heqên destûrî yên xelkê Kurdistanê cîbicî kirine.
Loma em di vê demê de dakokî li mafên rewa yên xelkê Kurdistanê dikin, di heman demê de hemû hewlên xwe didin ji bo zilm li xelkê Kurdistanê neyê kirin. Biryar e di demeke nêz de civîna her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê û nûnerên Kurdistanê yên li hikûmeta federalî were encamdan û helwesta fermî û yekgirtî ya Herêma Kurdistanê were ragihandin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin