Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrişa Ehwazê şermezar kir
Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrişa Ehwazê şermezar kir û hêviya xwe anî ziman ku êrişkar werin dîtin û bigihên cezayên xwe yên yasayî.
A+A-
Roja şemiyê 22ê Îlonê, li Ehwazê di êrişeke bi ser nimayîşa leşkerî ya hêzên çekdarî yên Îranê de, ku di heman demê de li seranserê Îranê bîranîna şerê heşt salan a Îran û Iraqê birêve diçû û li Îranê weke Hefteya Berevaniya Pîroz tê binavkirin, çar çekdaran teqe li hêzên serbazî kirin û di encama bûyerê de 24 kes hatin kuştin û zêdetirî 60 kes jî birîndar bûn.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê wê êrişa terosîstî şermezar kir û ragihand: “Di demekê de ku em taziye û sersaxiyê li xizmên qurbaniyan û Komara Îslamî ya Îranê dikin û ji bo birîndaran şîfa dixwazin, em hêvî dikin ku êrişkar werin dîtin û bigihên cezayên xwe yên yasayî.”
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin